Tirba Tuba Xatûn a li navenda bajarê Mêrdînê (Artûklû) ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat xirakirin.
Tirb li taxa Medresê ye û cihê geştiyariya turîzmê ye. Defînegeran deriyê wê şikandiye û gor jî xira kiriye. Wan zirar li cihê nav lê nivîsandiye û rûbera li ser tirbê.
Ji xelkê taxê, Metîn Kiliç dibêje, tirbe nêzî 700 salî ye û cihê tirbe lê ye, nayê parastin û beriya niha jî defînegeran tirb xirakiribûn. Kiliç dibêje, defînegeran tirbeyên din ên li bajêr jî xirakirine û bang li Miduriyeta Giştî ya Weqfan kir da ku ji bo parastina tirbe û cihên dîrokî hewl bide.
Di van ziyaretan de ku hem bi nirxên xwe yên maneweî û hem jî madî -mîmarî, nivîs, qumaş û wekî din - dewlemendiya avaker a ferd û civakan hene. Sosreta mezin ew e ku mirov dikarin ewqasî bêxîret û dûrî xwe bibin ku karibin van nirxên xwe talan bikin, wan xira bikin. Yanî sosreta mezin ew e ku mirovên ji çandekê peyde bibin, bikevin wî dirûvê talankerên heman çandê.
MÊRDÎN