- Ji sêyan yekê nifûsa Katalonyayê bi zimanê Katalanî diaxivin. Ev dane di derbarê kesên di ser temenê 14an de ye.
Ji % 32yê vê koma cîvakê, di jîyana xwe de herî zêde bi katalanî diaxivin. Ji % 9.4ê vê komê jî ragihandine, ew hem bi katalanî hem jî bi îspanyolî diaxivin. Agahîyên derbarê bikaranîna ziman de ji alîyê hikumeta katalan ve hat belavkirin. Daneyên hikumetê ji analîza rapirsîya bi detay a bikaranîna ziman a 2023an hatine bidestxistin.
Encama yekemîn a vê anketê ji bo paşeroja katalanî xwedî peyameke negatîf e. Ji ber ku rêjeya bikaranîna katalanî ya civakê di 2023an de ji % 46 bû. Ji alîyê hejmara kesan a dikarin katalanî biaixivin rewş baştire. 5.4 mîlyon kes danîne zanîn, ew dikarin bi katalanî biaxivin. Ev hejmar di 2003an de 4.5 milyon bû.
Zanîn zêde ye bikaranîn kêm e
Rapora ziman a dawî nîşan dide, perwerdeya bi katalanî bi serfîrazî tê meşandin. Bi rêya perwerdehîyê, zanîna katalanî di nava civakê de zêde dibe. Lêbelê zanîn bi rengekî otomatik venaguhere bikarîna ziman a di jîyana civakî de. Tevî hemû hewldanên hikumeta katalan a ji 1978an û vir ve, îspanyolî hîn jî zimanê serdest ê Katalonyayê ye. ÎNFOWELAT