Ji hepsê berhemeke hevpar ‘Newaya Berxwedanê’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:10

Weşanên Aryenê romaneke nû ya bi navê “Newaya Berxwedanê-Zarokên Mala Hecî Emer” çap kir. Roman bi Kurmancî hatiye nivîsandin.  Mûrad Yildenîz û Huseyîn Guçlu ev roman bi awayekî hevpar nivîsandine. Yanî du nivîskarên romanê hene.

Wêneyê bergê pirtûkê jî ji hêla şêwekar Ercan Altuntaş ve hatiye hazir kirin.

Nivîskarên romanê ji bo berhema xwe dibêjin; 

“Em bi xebateke xwedî xweseriya xwe ve li pêşberî we xwendevanan in. Xebateke xweser e, lewre ji aliyê wêjeyê ve mirov nikare bibêje rasterast ev cureyê wêjeyê ye. Em jî neketin şayîşa yekalî ya vegotina cureyê wê yê wêjeyî. Me hewl da bi nîşeyekê be, bi gotin û vegotinekê jî be jiyanên hatine jiyîn vebêjin û wan jiyanan bi nivîskî li ser dinyayê bikin bar. Ji ber van sedeman jî berhema me xwedî xweseriyekê ye. Em hêvîdar in ku me naveroka vê xweserîbûna wê dagirtibe.

Ev xebat her çiqas ji aliyê me du kesan ve hatibe nivîsîn jî, di cewhera xwe de berhem û hilberîneke hevpar û pevrayî dihewîne. Piyekî vê pevrayiyê li derve bû, piyê din jî li hefsê bû. Li derve, bi ked û fedakariya xwe ve, hemû endamên Mala Hecî Emer li gorî hêz û zanînên xwe, tevlî bûn. Di hefsê de jî gelek hevalan bi nîşeyî be, bi name û faksên xwe ve be tevkariyek çêkir. Me jî hewl da vê hevkariyê derbasî nivîsê bikin. Berhema derketiye holê ji aliyê hilberîna xwe ve hevpar be jî, jî aliyê kêmasî û nebesiyên xwe ve para me nivîskaran e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.