Ji giyanekî piçûk helbestên mezin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Çile 2023 - 05:29

  • Rojbîn Utun, zarokeke piçûk e li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê. Temenê wê piçûk e lê giyanê wê yê dilpak li ser bûyerên ku li welatê wê diqewimin, dihizire û bi riya helbestan hizrên xwe derdibire. Rojbîn heta niha 5 helbestên dirêj nivîsandine. 

BERJÎN KARA/JÎNHA / MEXMÛR

 

Huner, hêza afrîneriya takekesî, rêxistinkirina raman û hişmendiyek estetîk dide mirovan. Ji bo sererastkirina têkiliyên civakî, huner pêwîst e. Huner heqîqetê vedibêje. Mirov û civak, êşa xwe, xemgîniya xwe, kêfxweşî û hestên xwe bi şêweyên cuda yên çand û hunerî tînin ziman, bi muzîk, helbest, wêne, peyker, mîmarî, şano û sînemayê, çêkirina kel û pelên berê û hwd. Mirov û civak bi çand û hunerî dikarin baştir bifikirin û hestên xwe xurttir bikin.

Gelê Kurd jî bi saya ziman, çand û hunerê xwe heta roja îro hebûna xwe parastiye. Çanda wî dewlemend û berhemdar e. Dîrok û çanda xwe bi riya hunerê xwe belav dike bi stran û helbestan. Di wêje û jiyana civaka Kurd de roleke girîng a helbestan heye. Helbest parvekirina hest û xeyalan e.

Li wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî çand û huner cihekî xwe yê girîng hene. Di her warê jiyana wargehê de cihê huner heye û xwedî li destketiyên civaka xwe, ziman, çand û hunerê xwe derdikevin. Bi taybetî jî jinên wargehê bi hemû karên çandî û hunerî re mijûl dibin, di her kêliya jiyana wan de huner heye: Mûzîk, wêne, çêkirina kel û pelên kevin û helbest. Bi van ew zanista xwe û jiyana xwe bi pêş dixin. Helbestvaneke ciwan Rojbîn Utun jî vê dike. Rojbîn Utun bi çêkirina helbestan hunerê xwe belav dike û dixemilîne. Ji bo xwe baş bide îfadekirin, helbestan dinivîsîne, kêfxweşî, êş, xem, xwestek û hestên xwe bi riya helbestên xwe tîne ziman.

 

Helbestên dirêj ji bo şehîd û gerîlayan

Bûyera ku kir Rojbîn Utun, hîna zarok bû dest bi nivîsandina helbestê bike, ew bi xwe rave dike: “Dema min dest bi helbestvaniyê kir, ez 8 salî bûm, sala 2016’an du apên min şehîd bûn, ez pirr di bin tesîra van bûyeran de mam û min xwest ji bo wan helbestekê binivîsînim. Min bi bandora wan helbestek çêkir û bi vî şêweyî min dest bi helbestvaniyê kir, bi pirranî helbestên min li ser şehîd û gerîlayan in. Helbesta min a yekem li ser şehîdan bû, heta niha min pênc helbestên pirr dirêj nivîsandine.”

 

Alîkariya bapîr û Sofî Sîdar

Rojbîn Utun, bal bire ser piştgiriya bapîrê xwe û got, “Piştî ku min xwest helbestê binivîsim, min ji bapîrê xwe re got, ez dixwazim helbestê binivsînim, ji ber ku apên min pirr bandor li min kirin û bapîrê min jî piştgiriya min kir. Jixwe, hestên nivîsandina helbestan bi min re hebûn, lê mamosteyê min Sofî Sîdar jî gelek bi min re bû alîkar, got, tê çawa destpêk, naverok û encama wê binivîsînî û bi vî awayî min xwe fêrî nivîsandina helbestan kir. Her ku min helbest nivîsand, min digot ez ê yek din jî binivsînim û her ku çû, hezkirina min a li hemberî helbestan zêdetir bû.”

 

Hezkirin û dewamî girîng e

Rojbîn Utun da zanîn ku huner ne karekî demkî ye karekî girîng e û wiha dipeyive: “Dema ku tiştek bandorê li mirovî dike yan jî mirov ji tiştekî hez dike, dikare li serê helbestekê çêke, ev lawir be, mirov yan jî gulek be. Çêkirina helbestan, ne tenê karekî ku tu bêjî, hema ez ê bikim û derbas bikim, pêwîst e tu dewam bikî, berfireh bikî. Divê mirov ji karê ku dike hez bike. Niha dema ez helbestan çêdikim, pêwîst e ku ez jê hez bikim û bixwazim.”

 

Bi helbestan fikran bi pêş bixin

Rojbîn Utun di dawiyê de bang li jinên ciwan dike û gotinên xwe bi vî rengî bi dawî dike: “Ez jî wek jineke ciwan a li wargeha Mexmûrê bang li ciwanan dikim da ku xwe nexin bin zilma dewletê, bila huner û çanda xwe bi pêş bixin. Min jî di temenekî piçûk de helbest nivîsand û pêwîst e ew jî çand û zimanê xwe ne di bin zora kesî de bi pêş bixin divê bi berfirehî bi pêş bixin. Bi taybetî jî bangawaziya min ji bo jinên ciwan e, bila di huner û çanda xwe de, mînak di helbestên xwe de fikrên xwe bi pêş bixin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.