Ji gerîla çalakiyên hewayî

Çarşem 29 Çile 2025 - 03:15

Li Herêma Zapê di çalakiyên hewayî yên Yekîneya Şehîd Axîn Mûş de radarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî vî rengî ye:

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş

24'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û sîstemeke radarê hate îmhakirin.

25'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û konteynirek hate îmhakirin.

26'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 kon hatin îmhakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

23'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

24'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

22'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

26'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 23-27'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Goşînê, Berbizinê û Şehîd Şerîf 8, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Dêrik, Girê Zengil, Ergenê, Mêranê, Yekmalê, Girê Mesken, Deşta Kafya 22, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna û Şêlazê 5, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3; bi giştî 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 13 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.