- Stranbêj Ciwan Haco bi single xwe ya nû a bi navê “Lêgerîn” derket pêşberî hezkiriyên xwe.
Stranbêj Ciwan Haco bi single xwe ya nû a bi navê “Lêgerîn” derket pêşberî hezkiriyên xwe.
Strana “Lêgerîn” duh saet 12:00’an de li ser hesabê “Red Music Digital” hat parvekirin. Gotinên stranê Zozan Ûzûn nivîsiye û muzîka stranê jî Ciwan Haco çêkiriye. Ciwan Haco ji bo stranê klîp çênekiriye û tenê bi wêneyekî stran parve kiriye.Her wiha Haval Haco û Joe Haco jî bi hevre produktoriya stranê kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN