Ji bo wekheviya zayendiya civakî xebatê didomînin

Sêşem 18 Sibat 2025 - 02:30

Aktîvîsta aştiyê Marina Hamid, anî ziman ku ji bo Wekheviya Zayendiya Civakî pêk bê ew xebatên xwe didomînin. 

Li Yemenê jin, tevî tengasiyên ku dijîn jî, ji bo ku di qadên cuda yên civakê de hebûna xwe bidomînin, têkoşîna xwe berdewam dikin. Raporên navnetewî yên ku bandorên şer ên li Yemenê lêkolîn kirine, nîşan didin ku pevçûnan bandorek neyînî ya bê rêje li ser jinan kirine. Li gor Endeksa Newekheviya Civakî ya Global a Sala 2021’an, Yemen di nav 156 welatan de di rêza 155’an de cîh digre. Bi vî awayî jî bûye yek ji welatên ku newekheviya zayendiya çivakî di asta herî bilind de ye.

Seroka Tora Avakirina Aştiya Ji bo Mezûnên Xebatên Jinan Marîna Kamal Hamid karûbarên xwe, armancên wan û pirsgirêkên ku li Yemenê jin dijîn, parve kir.

Damezrandina Tora Avabûna Aştiyê

Marîna Hamîd a ku awayê damezrandina tora xwe vegot, anî ziman ku her kes jî dizane ku pevçûna li Yemenê bandorek çawa bi taybetî li jinan dike. Marîna Hamîd wiha got: "Kes nikare barê giran ê ku van pevçûnan dane ser milê gelê Yemenê û bi taybetî jî ser milê jinan, ji nedîtî ve bê. Lewma jî me got ku kesên di qada xebatên jinan de perwerde dîtine, dikarin bandorek mezin li ser civakê bikin û me dît ku avakirina torek pêwîst e. Di 1’ê Îlona 2022’yan de li Adenê, me bi hevkariya Navenda Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Adenê û Bernama Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), Tora Avakirina Aştiyê damezrand. Tor ji 100 kesên ku beşa bernameya lîsansa bilind a Xebatên Jinan qedandine, pêk tê. 75 ji wan jin in û 25 jî mêr hene. Armanca me ye bingehîn, xurtkirina edaletê, rojeva aştî û ewlehiya jinan e."

Bandorên şer ên li ser jinan

Li gor Marîna Hamîd, tu kes ji bandorên pevçûnên li Yemenê bêpar namîne, lê jin û zarok barê herî giran hildigirin. Marîna Hamîd li ser vê xalê wiha got: "Piştî ku mekanîzmayên dewletê lawaz bûn û gelek bajar ji aliyê Hûsiyan ve hatin dagirkirin û pîvanên kevneşopî hatin serdestkirin, tundiya li ser jinan zêdetir bû. Her wiha, têkçûna aborî ya ku sedema wê şer e û zirarên ku dane pergala perwerdê, şertên jiyana jinan dijwartir kirin. Jin jî êdî nikarin wek berê bighên xizmetên tenduristiyê. Jin hîn jî di pevçûnan de û di encama teqînên mayînan de jiyana xwe ji dest didin."

‘Divê jin ji bo mafên xwe yên siyasî têbikoşin’

Marîna Hamîd di mijara tevlîbûna jinan a li nav qada siyasî de jî destnîşan kir ku hebûna jinan a di rêveberiyan de bi tevahî ji holê rabûye. Marîna Hamîd di vê mijarê de wiha got: "Berê, herî kêm du an jî sê wezîrên jin di hikûmeta Yemenê de hebûn. Lê niha di nav hikûmetên Yemenê yên li dû hev tên de, jinek jî tuneye. Lewma divê jin ji bo mafên xwe yên siyasî dîsa têbikoşin."

Mafên jinan

Marîna Hamîd, diyar kir ku pêwîst e guhertinên yasayî bên kirin û ev tişt gotin: "Pêwîst e em sererastkirinên ji bo misogerkirina wekheviya bi temamî ya jin û mêran, di Destûra xwe de bicîh bikin. Bi taybetî jî divê mafê milkî yê jinan, mafên medenî, diyarkirina emrê zewacê û azadiyên ferdî, di yasayan de bên nûjenkirin."

Di têkoşîna mafên jinan de bi biryar in

Di dawiya hevpeyvînê de Marîna Hamîd diyar kir ku aktîvîstên di mijara mafên jinan de dixebitin her tim dibin hedef û wiha got; "Hemû kesên ku derbarê mafên jinan de diaxivin, bêbextî li wan tê kirin. Hinek kom hene ku hesasiyeta civakê ya li hember mafên jinan şaş bi kar tînin û hewl didin agahiyên şaş belav bikin. Lewma divê em bi rewşembîrên herêmî re hevkarî bikin û di mijara mafên jinan de  şanaziya civakî zêde bikin. Em ê jî li ser vê bingehê xebatên xwe bidomînin. Em ê tu car dev ji têkoşîna Wekheviya Zayendiya Civakî bernedin."

NÛJINHA/YEMEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.