Li Yemenê jiyan li jinan zortir dibe

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:14

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch) ragihand aliyên şer ê li Yemenê tevgera jinan sînordar kiriye.

Li gorî agahiyên HRW, li herêmên di bin kontrola Hûsiyan, hikumeta Yemenê û Konseya Derbasbûnê ya Başûr (STC) de ne, bêyî destûra wasiyekî mêr an jî bêyî hebûna mêrekî ji xizmê nêz jin nikarin ji bajarekî biçin bajarekî dî.

Li gorî daxuyaniya HRW'yê, piştî ku Hûsiyan paytext Sana û piraniya bakurê Yemenê kontrol kirin, ji hingî ve astengiyên li pêşiya liv û tevgera jinan gelekî berfireh bûn. Hêzên hikumeta Yemenê û STC jî li başûr liv û tevgera jinan asteng kirin.

Panela Pisporên Yemenê yên Neteweyên Yekbûyî di rapora 2023'an de ragihand ku li gorî agahiyan li wan herêmên di bin kontrola Hûsiyan de ger û geşta jinan hatiye sînordarkirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di 8'ê Çileya 2024'an de name ji Wezaretên Mafên Mirovan ên Hûsiyan, Konseya Demkî ya Başûr û hikumeta Yemenê re şand. STC'ê di 17'ê Çileyê de bersiv da û astengiyên li pêşiya jinan red kir. Lê belê daneyên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li dijî vê yekê ne. Hûsî û hikumeta Yemenê jî hîn bersiv nedane HRW'ê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.