Dengbêja Yemenî Teqiya El-Tawîlî wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Hezîran 2025 - 00:15

Hunermenda Yemenî Teqiya El-Tawîliyê piştî kariyereke ku zêdetirî 40 salan domiya, di 70 saliya xwe de koça dawî kir. Teqiya El-Tewîliyê yek ji dengbêjên jin ên ku beşdarî parastin û vejandina mîrateya muzîkê bû. Ew bi pêkanîna stranên xwe yên gelêrî û mewalan dihat naskirin. Beriya ku nav û dengê wê belav bibe di forumên neteweyî de, dest bi kariyera xwe ya hunerî di civînên taybet ên jinan de kir. 

Teqiya El-Tawîliyê li El-Senaa ya kevin ji dayîk bûye û di jîngehek kevneşopî de mezin bûye. Ew ji dayîk û dapîrên xwe hînî stranên gelêrî bûye. Bi temenê biçûk dest bi karê hunerê kir û di dawiya salên 1970'î de bi nav û deng bû. Li dawatan û rûniştinên jinan ên taybet stran digot. Teqiya El-Tawîliyê li gorî rîtma "Sahan" stran pêşkêş kirin, ev jî yek ji sembolên stranbêjiya jinan di civaka Yemenî de ye.

Bi dengê xwe mîrasa xwa diparast

Teqiya El-Tawîliyê stranên gelêrî, sirûdên neteweyî û stranên fermî pêşkêş dikir û beşdarî koma muzîkê ya fermî ya wezaretê bûye. Ji bo jinan, ax û evînê stran got. Beşdarî gelek çalakî û festîvalan bûye û mohra xwe ya hunerî li dîrokê da. Hinek ji berhemên wê ji hêla mîsyonên Fransî yên bi folklora Erebî re eleqedar bûn ve hatin belgekirin. Dengê Teqiya El-Tewîliyê ji salên 1980'an vir ve li radyoya Yemenê pir navdar bû. Ew yek ji jinên pêşîn bû ku stranên gelêrî bi dengê xwe ji bo dezgeheke medyayê ya fermî tomar kir.

Bi koça dawî re, beşeke girîng di stranbêjiya gelêrî ya jinan de bi dawî dibe û qada hunera Yemenê bê dengekî xweş ma. Ew bi dehan salên bi veguherînên civakî û çandî ve girêdayî bû, beşdarî teşedayîna nasnameya muzîkê ya jinên Yemenê bûbû.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya li Senayê bi daxuyaniyeke fermî şîna hunermend Teqiya El-Tawîliyê girt û diyar kir ku Teqiya El-Tawîliyê bi dengê xwe di parastina mîrateya muzîkê ya jinan de rolek mezin lîstiye.

NÛJINHA/YEMEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.