
Nivîskar û helbestvanê ciwan Beşdar Samî, di encama nexweşiya penceşêrê de li nexweşxaneya Jîn a bajarê Hewlêrê wefat kir.
Piştî têkoşînek giran li gel nexweşiya penceşêrê, danê sibehê Nivîskar û Helbestvanê ciwan Beşdar Samî, li nexweşxaneya Jîn a li bajarê Hewlêrê, koça dawî kir.
Beşdar Samî di sala 1984’an de li bajarokê Mexmûr a ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bû û niştecihê bajarê Hewlêrê bû. Ew wekî yek ji dengên herî berbiçav û nû yên helbesta Kurdî dihat nasîn û xwedî şêwazek bêhempa bû.
Di dema kariyera xwe ya wêkjeyê de, çar pirtûkên helbestan bi navê ‘Sibe Rojeke Dine’, ‘Êvarên Sarabî’, ‘Meşa ber bi Miriyên Birûmet ve’, ‘Ez ji Kulîlkan Ditirsim’ weşandiye.
Nivîskar û Helbestvan Beşdar Samî di salên 2011 û 2014’an de xelata yekem a Festîvala Galawêj wergirtibû.
HEWLÊR















