Ziyad Rehbanî; deng û wijdanê bindestan

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Tebax 2025 - 00:46

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya nûnertiya xwe ya li Lubnanê, sersaxî ji malbata hunermendê Lubnanî Ziyad Rehbani re, yê ku di van rojên dawî de jiyana xwe ji dest da, xwest û kesayetiya wî ya mirovî û hunerî silav kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê, Ebdulselam Ehmed, digel çend çalakvanên siyasî, ji bo sersaxiyê serdana malbata mûzîsyenê Lubnanî Ziyad Rehbani kir.

Ebdulselam Ehmed di peyama xwe de wiha got: “Ew ne tenê hunermendek bû, lê her wiha wijdanekî zindî bû ku dema her kes bêdeng bû, dengê wî deng vedida. Bi azadî jiya û wekî ku jiya wisa jî mir.”

Ehmed destnîşan kir ku Rehbani qîmet da nasnameya gelên bindest, di nav wan de gelê Kurd jî. Mûzîsyen Ziyad Rehbani di 26’ê Tîrmehê de çavên xwe li jiyanê girt.

Bestekar, piyanîst, nivîskarê şanoyê û şîrovekarê siyasî yê Lubnanî Ziyad Rehbani kurê Feyrouz, yek ji stranbêjên herî navdar ên Lubnan û cîhana Ereb, û Assi Rehbani, yek ji navên girîng ên muzîka nûjen a Ereb bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.