
- Nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan ê ku bi xebatên xwe yên li ser ziman, wêje û dîroka Kurdî dihat naskirin, di 90 saliya xwe de li Swêdê jiyana xwe ji dest da.
Nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan, li bajarê Uppsalayê yê Swêdê ku 45 sal in lê sirgûn bû, wefat kir. Nûçeya wefata Mehmet Emîn Bozarslan ê ku di heman demê de bavê akademîsyen Hamît Bozarslan e, li ser navê malbatê ji aliyê Aycan Şermîn Bozarslan ve hat ragihandin. Hate ragihandin ku li gorî wesiyeta Bozarslan, merasîma definkirinê di navbera malbatê de pêk hatiye. Malbatê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê şînê di 11'ê Sibatê de, saet di navbera 13.00 û 16.00'an de li Stabby Prästgård (Staby backe 1, Uppsala) a li bajarê Uppsalayê bê danîn. Mehmet Emîn Bozarslan bi xebatên xwe yên li ser alfabeya Kurdî, ferheng û gelek wergerên xwe, ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kedekî mezin da û li pey xwe zêdetirî 50 berhem hişt.
Mehmet Emîn Bozarslan kî ye?
Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1934’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û li medreseyê perwerde bû. Bozarslan bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê û zimanê Tirkî bû, ji derve ket ezmûnan û di sala 1956’an de bû muftî. Lêbelê ji ber berhemên xwe yên rexneyî, du caran ji wezîfeya muftitiyê hat dûrxistin. Bozarslan di sala 1968’an de bi berhema xwe ya bi navê “Alfabê” weşand . Lêbelê ev berhem roja ku hat weşandin hat komkirin û Bozarslan bi îdaiya “cudakariyê” hat girtin. Bozarslan ê ku piştî muxtira leşkerî ya 12’yê Adara 1971’ê dîsa hat girtin, heta sala 1974’an di girtîgehê de hate ragirtin. Di sala 1979’an de jî li Swêdê bi cih bû. Mehmet Emîn Bozarslan di salên sirgûnê de Weşanxaneya Deng damezirand, bi rêya weşanxaneyê tîpguheziya berhemên klasik ên wêjeya Kurdî bo tîpên Latînî kir û weşand.
Berhemên wî
* Alfabê (1968): Alfabeya yekem a Kurdî ye ku li Tirkiyeyê bi tîpên Latînî hatiye çapkirin.
* Ferhenga Kurdî –Tirkî (1978): Di vê babetê de yek ji çavkaniyên herî berfireh e.
* Lêkolînên Siyasî û Sosyolojîk
* Doğu’nun Sorunları (Pirsgirêkên Rojhilat - 1966)
* İslamiyet Açısından Şeyhlik–Ağalık (Ji Aliyê Îslamiyetê ve Şêxtî û Axatî - 1964)
* Hilafet ve Ümmetçilik Sorunu (Pirsgirêka Xîlafet û Ummetperestiyê - 1967).
* Werger û Edîtoriya Berhemên Klasîk (Veguhastina Tîpên Latînî)
* Mem û Zîn: Wergera berhema klasîk a Ehmedê Xanî bo Tirkî. (1968).
* Şerefname: Wergera berhema Şerefxanê Bedlîsî ya li ser dîroka Kurdan.
* Kovara Jîn û Rojnameya Kurdistanê ku weşanên Kurdî yên ewil in, ji alfabeya Erebî bo ya Latînî veguhastiye û wekî pênc berg çap kiriye.
* Dîroka Kurdên Merwanî ya Îbnuk Ezreq, wergera ji Erebî.
* Wêjeya Zarokan û Folklora Kurdî (Çîrok û Methelok)
* Meyro, Mîr Zoro, Gurê Bilûrvan, Kêz Xatûn, Pepûk.
* Melayê Meşhûr: Berhevkirina methelokên Kurdî.
* Kemal Paşa Weledê Kê Ye?: Hîcwa siyasî û mesel.
Bila çavên tê li şûn nemîne
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê ku li Uppsala ya Swêdê 45 salan li sirgûnê jiya û koça dawî kir, peyamek sersaxiyê weşand. KNK’ê ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:"Xebera xembar û dilsoj ya wefata Mamostayê mezin yê ziman, çand û edbîyata Kurdî Birêz Mehmet Emîn Bozarslan, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, dema ku li Turkîya û bakura Kurdistanê, Kurdbûn, navê Kurdan, çand û zimanê Kurdan qedexe bû û xwelîya mirinê li ser Kurdan dibarîya, ewî li hember vê rewşê bi wêrekane helwest girt û derket meydanê. Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, heta dawîya emrê xwe jî, ji ziman, edebîyat, çand û dîroka Kurdî re xizmetek mezinkir û dehan berhemên mezin derxist holê. Ew bi vê xebata xwe ya bê hempa bû mamostayeke mezin yê çand, dîrok, ziman û edebîyata Kurdî û Kurdistanê. Em ji ber wefata Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên ziman û edebîyata Kurdî û endamên malbatê. Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, bila çavên te li şûn nemînin, keda te vale neçûye, hezaran şopdarên te hene û wê li ser rêya te bimeşin, wê axîn û wesiyetên te pêkbînin."
NAVENDA NÛÇEYAN















