Şanogera wêrek Nermîn Qadir wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Tebax 2025 - 00:58

Hunermend û şanogera Kurd Nermîn Qadir piştî bi salan berxwedan û têkoşîna hemberî nexweşiya giran, duh wefat kir. Biryare Nermîn Qadir bi merasîmekê li gundê wê Elayê were spartina xakê.

Nermîn Qadir di sala 1962’an de li bajarê Silêmaniyê di malbatek hejar û welatparêz de hate dinê. Di sala 1972’an de cara yekem dest bi karê hunerî dike. Heman salê, bi cara yekem li Bexdayê diçe ser dika şanoyê.

Ew yek ji nifşê zêrîn ku bingeha şanoya Kurdî avêtibûn. Ew nifş bû êş û azarên gelê Kurd li ser dika şanoyê bi guhê civak û rejîma Iraqê dixist. Gef û zextên li ser dihatin ferzkirin, rêgirî lê nekir. Li gel komek hevalên xwe, di sala 1998’an de dest bi bernameyekê dike. Di vê bernameyê de, Nermîn Qadir rolê jinek sade û dilpak dileyîze û bi wêrekî rexne li diyardeyên civakî û siyasî dike.

Hunermenda Kurd Nermîn Qadir di sala 2015’an de bi nexweşiyek kujer ket ku hêdî hêdî hêza çokê wê lewaz kir, lê dîsa jî wê hêza xwe ji dest neda. Keça Nermîn Qadir Lolan Azad got: “Dayîka min beriya wefat bike wesiyet kir ku li Qendîlê, li kêleka gerîla were definkirin. Lê ger rewşa siyasî ne guncaw be, wê li gundê xwe Elayê ya li sînorê Silêmaniyê were spartina xakê.”

Tevî her tiştî dixwest xebata xwe ya hunerî bidomîne, lê nexweşiyê rê lê girt. Ji ber wê duh di saet 17:00’an de li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir. Hunermenda Kurd Nermîn Qadir wê li gundê Elayê wer spartina xakê.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.