Jinên Yemenê ji mafê xwe bêpar in
Şemî 4 Çile 2025 - 00:42
Çalakvana Hiqûqî a Mexribi Neîme Eqdad bal bir ser rewşa jinên li Yemenê û got:"Şerê olî û nakokiyên mezhebî heta piştî yekîtiya Yemeniyan yên Bakur û Başûr di sala 1990’î de jî bandoreke wan a kûr li ser rewşa xelkên Yemenê hebû. Bi taybet li ser jinan. Jinên Yemenê ji mafê xwe bêpar in."
Jinên li welatên Rojhilata Navîn ên bi nakok û şeran de dijîn rewşên gelekî zehmet re derbas dibin. Tevî her herêmek xwedî taybetmendiyeke cuda ye jî tişta hevbeş di navbera hemû jinan de rewşa kareset a bi zarokên xwe re tê de dijîn e.
Çalakvana Hiqûqî Neîme Eqdad der barê rewşa jinan a li Sûdan û Yemenê axivî.
Jinên Yemenê ji mafê xwe bêpar in
Çalakvana Hiqûqî Neîme Eqdad behsa rewşa jinên li Yemenê jî kir û wiha got: "Şerê olî û nakokiyên mezhebî heta piştî yekîtiya Yemeniyan yên Bakur û Başûr di sala 1990’î de jî bandoreke wan a kûr li ser rewşa xelkên Yemenê hebû. Bi taybet li ser jinan. Ji sedî 58 gelê Yemenê Hûsiyên girêdayî sîstema Şîaa ya Îranî ne. Civaka eşîrî bi nerîneke biçûk li jinan dinêre tevî ku jin roleke girîng di damezrandina malbatê de dilîze. Lê belê civaka baviksalar hîna wê dadixe asteke nizimtir."
Jinan daxwaza mafên mirovî kirin
Neîme Eqdad diyar kir ku bihara gelan li ser daxwazên jinên li Yemenê hat pêş xistin û jin rêveberiya wê kirin. Neîme Eqdad wiha domand: "Jinan daxwaza wekheviyê û hemû mafên mirovî kirin. Bi taybet ji ber jin ji hemû mafên siyasî, çandî, civakî, aborî bêpar bûn. Mîna çalakvana Hiqûqî ya xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt Tewekul Kerman ku weke fermandareke naskirî di şoreşa ciwanên Yemenî de ye û daxwaza hilweşandina rejîma serokê berê Elî Ebdellah Salih kir. Şerê dawî li Yemenê di navbera Hûsî, Siûdî û Amerîkayê de rewş aloztir kir û vê yekê yekser bandor li jinan kir."
Jin dikarin rolên girîng bilizîn
Neîme Eqdad rewşa jinên Sûdanê jî bi wan hevokan anî ser ziman: “Sûdanê welatekî bi jêderên xwe yên xwezayî dewlemend e. Çemê Nîl tê re derbas dibe û xwedî petrol e. Tevî wê jî welatiyên wê xizan in. Ev hemû bi sedema pirsgirêkên xeyalî li ser destê Amerîka ya Sûdan weke welatekî xurt di Afrîka de dibîne ye. Di demekê de ku li Sûdanê gelek partiyên siyasî, Partiya Komunîst û Partiya Sosyalîst jî di nav de hatin avakirin, Fatima Îbrahîm Tevgera Jinên Pêşverû jî ava kir. Jinên ji baweriyên cuda di şoreşa Sûdanê de ji ber derketina şerên etnîkî û mezhebî berdêlên giran dan. Ev kaosa mezin a ku li seranserê welêt belav bû û bû sedem ku hemû Sûdanî çek hilgirin û herî zêde jin bi bandor bûn. Hin jin neçar man di bin şert û mercên dijwar de koç bikin. Sûdan xwedî jêhatîbûna jinan a girîng e, ew dikarin di hişyarkirina pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên welatê xwe de rolek girîng bilîzin.”
NÛJINHA/MEXRÎB