Hûsiyan fûze avête keştiya Emerîkayê

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 01:55

Hûsiyên li Yemenê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li peravên Yemenê êriş birine ser keştiyeke şer a Emerîkayê.

Hûsiyên li Yemenê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Derya Sor hêzên wan çend fuzeyên deryayî yên guncaw ber bi destroyera DYE’yê USS Gravely a li Derya Sor avêtine.

Fermandariya Rojhilata Navîn a artêşa DYE’yê (Centcom) beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku roja Sêşemê bi dema paytexta Yemen Sanayê saet di 23:30’î de ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de fuzeyeke li dijî keştiyê li Derya Sor hatiye avêtin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Fuze ji ailyê USS Gravely (DDG 107) ve hate îmhakirin. Tiştek bi kesî nehat, yan jî xisarek nehate tespîtkirin.”

Li gorî Pentagonê, Hûsiyên ku beşeke mezin a xaka Yemenê kontrol dikin, ji 19’ê Mijdarê û vir ve li Derya Sor û Kendava Adenê zêdeyî 35 caran êriş birin ser keştiyan û trafîka deryayî ya li vê herêmê ku ji bo bazirganiya cîhanê gelekî girîng e asê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.