Jinên Tûnisî 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

Duşem 18 Mijdar 2024 - 01:55

Endama Meclîsa Jinan a Demokratîk Fatma Saîdî bal kişand ser cihêkariya zayendî, tundiya li ser jinan a li Tûnisê û got: "Jin heta niha bi cihêkariya civakî re rû bi rû dimînin her wiha di nav saziyên avakirina civakî de jî cudakarî heye."

Jinên Tûnisê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê, di bin siya krîza siyasî ya li welat, êrîşên li ser destkeftiyên jinan de û bi berxwedana li dijî vê yekê pêşwazî dikin. Parêzera mafên jinan a Tûnisî û endama Komeleya Jinan a Demokratîk Fatma Saîdî, tundiya li ser jinan a li welêt nirxand.

Fethiye El Seîdî got: "Jin heta niha bi cihêkariya civakî re rû bi rû dimînin her wiha di nav saziyên avakirina civakî de jî cudakarî heye."

Tundî zêde dibe

Di dewama axaftina xwe de Fethiye El Seîdî wiha got: "Tundiya li dijî jinan li Tûnisê di hin deman de zêde bû. Wek mînak di dema belavbûna vîrûsa Koronayê de. Di nav de jî bûyera 25'ê Tîrmehê ku heta niha dewam dike. Wê demê li hember siyasetmedarên jin hat sekinandin û li ser torên medya dîjîtal axaftinên derew li ser wan hatina derxistin."

Tundiya siyasî heye 

Fethiye El Seîdî destnîşan kir ku tevî hebûna zagona 58’an a sala 2017’an jî ku li hember tundiya li ser jinan têdikoşe û got: “Her wiha tundiya siyasî heye ji ber gelek rojnamevanên jin ji ber nêrîn û çalakiyên xwe yên rojnamevanî ji aliyê desthilatê ve hatin girtin.”

Nêzî 100 tîmên taybet hene

Fethiye El Seîdî ji bo têkoşîna li hember hemû cureyên tundiya li dijî jinan jî teqezî bi girîngiya danîna binesaziyekê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro nêzî 100 tîmên taybet hene, lê belê ev ekîb hîn li tevahiya welêt belav nebûne. Pêwîst e tîmên taybet tevbigerin. Ji bo ku jinên tundî li wan tên kirin, bên alîkariyê bigirin û bên parastin."

NÛJINHA/TÛNIS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.