Kurd bi tifaqê dikarin hukumetê ava bikin

În 14 Mijdar 2025 - 03:45

  • Akademîsyen Kamuran Berwarî têkildarî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê anî ziman ku PDK, YNK û partiyên Kurd nêzî 60 kursî bi destxistine û heke bi ruhê neteweyî tevbigerin û bi beşên din re tifaqan bikin dikarin hikûmetê ava bikin.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê di 11'ê Mijdarê de pêkhat. Ji bo 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê, 7 hezar û 744 endamên parlamenteriyê ketin hilbijartinê. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê tekildarî encamên hilbijartinê diyar kir ku ji 21 milyon hilbijêran 12 milyon kesan deng danê û rejaya deng dayinê sedî 55 e. Ji bo avakirina hikumetê 165 kursî pêvîstin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê tekildarî encamên hilbijartinê di nava 24 an jî 48 seatan de aşkera bike. Lê li gor daneyên ne fermî partiyên Kurd di parlamentoya Iraqê de nêzî 60 kursî bi dest xistine.

Serokê Akademiya Siyaset û Remanên Demokratîk Dr. Kamuran Berwarî têkildarî encamên hilbijartinê û bandora wê ya li ser herêmê nirxand. Kamuran Berwarî anî ziman ku piştî rizgarbûna Iraqê ji rejîma Baasê pêvajoyeke nû li Iraqê da destpêkirin û cara 6'emîn e li Iraqê hilbijartin pêk tê. Kamuran Berwarî diyar kir ku hilbijartin bi rêk û pêk û bê pirsgirêk bi dawî bûye û wiha got: “Beriya hilbijartinê gelek danûstandin hebûn. Destê Îran, Tirkiye û dewletên Ewropî jî di Iraqê de heye û bandor dikin. Bi giştî encamên derketinê welatiyên Iraqê û partiyên siyasî neçarin ku qebûl bikin.”

Kamuran Berwarî bi lêv kir ku encamên hilbijartinê bi awayekî fermî nehatinê eşkerekirin lê li gorî daxuyaniyan partiyên Herêma Kurdistanê nêzî 60 kursî bi dest xistine. Kamuran Berwarî destnîşan kir ku heke partiyên Kurd bi awayekî yekîtî tevbigerin dikarin bandorê li ser Baxdayê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Parlamenterên biçin Baxdayê jî di bin bandora partî û serokên partiyên xwe de ne. Cardin jî di nava partiyên Kurd de nakokî hene. Lê heke bi awayekî neteweyî û yekitî kar bikin dikarin bandoreke mezin li Baxdayê bikin. Dikarin naxşeya siyasî ya Baxdayê jî biguherînin. Giranahiya Kurdan li Baxdayê girîng e.

Kamuran Berwarî anî ziman ku li gorî hevpeymanê dê Serokkomarê Iraqê Kurd be û wiha axivî: “Li gor hevpeymanê Serokkomarê Iraqê dê Kurd be. Serokê Parlamentoyê Sunî be û Serokwezîr jî Şiî be. Ew di nava pêkhateyên Iraqê de hevpeymanek e. Bêguman peywîra Serokkomariyê girîng e. Lê heta niha ji bilî Mam Celal tu kes bi rola xwe ranebûye. Ne li ser asta Kurdistanê ne jî li ser asta bi giştî Iraqê. Heke Serokkomar bi erka xwe tevbigere dikare bandoreke mezin li Iraqê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bike. Bi awayekî erênî dikare bandorê li ser bicihanîna demokrasî û mafên mirovan bike.”

Kamuran Berwarî bal kişand ser ne vakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: “Neavakirina hikûmeta li Başurê Kurdistanê û parlamentoyê bandora Kurdan li Baxdayê lewaz kiriye. Di qada navneteweyî de jî Kurdan ji aliyê dîplomasiyê ve lewaz dike.”

Kamuran Berwarî destnîşan kir ku heke partiyên Kurd bi awayekî yekgirtî tevbigerin dikarin di parlamentoya Iraqê de hikûmetê ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke partiyên Kurd di çerçoveyeke neteweyî de bi yekgirtî tevbigerin dikarin bandoreke erênî li ser Rojhilat, Rojava û Bakur jî bikin. Lê heta niha bi wê rola xwe ranebûne. Weke mînak çend caran parlamentoya Kurdistanê biryar da ye ku leşkerên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê derbikevin, lê ev jî bi cih nehatiye. Her wiha parlamenterên Kurdistanê jî di parlamentoya Iraqê de zext nekirine ku Bexda vê biryarê bi cih bîne.”

AW/ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.