Rewşa hilbijartinên li Iraqê
Duşem 10 Mijdar 2025 - 03:05

Rewşa parçebûyî ya beşdarên hilbijartinê texmînên li ser hilbijartinê zehmet dike. Hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan ên li Iraqê bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî re bêhtir tevlîhev dibe.
Ji bo hilbijartinên Iraqê ku 11'ê Mijdarê têne kirin, çend roj man. Di pêvajoya hilbijartinê de ku dengdana taybet destpê kiriye, partî, tifaq û namzet di bin kontrola Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê li qadên hilbijartinê ne.
Hilbijartin di bin siya banga boykotê ya Sadr de pêk tê ku xwedî girseya herî mezin a hilbijartinê ye. Her wiha bandora welatên din jî yek ji mijarên nîqaşê ye.
Ji bo hilbijartinê ku welatiyên Iraqê sîstema elektronîk bi kar tînin, kartên biyometrîk têne belavkirin. Li seranserê Iraqê li 709 navendan 4 hezar û 501 sindoqên dengdanê têne danîn û 21 milyon û 404 hezar kes dikarin dengê xwe bi kar bînin.
75 namzetên serbixwe, 31 tifaq û 38 partî beşdarî hilbijartinê dibin û ji bo 329 kursiyên li parlamentê bi giştî 7 hezar û 768 namzet li ber xwe didin. Ji wan 2 hezar û 248 jê jin, 5 hezar û 520 ji wan jî mêr in.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya têkildarî teqwîma hilbijartinê de ragihand ku li hezar û 79 navendên qeydkirinê belavkirina kartên biyometrîk dewam dike, zêdeyî 2 milyon kartên biyometrîk hatine belavkirin û radestkirina milyonek kartan jî dewam dike.
Di çarçoveya hilbijartinê de dengdana taybet destpê kiriye ku pêşmerge, polîs û hêzên ewlekariyê deng bi kar tînin. Hilbijartin ji aliyê 304 çavdêrên navneteweyî û zêdeyî hezar û 500 rojnamevanan ve tê şopandin.
Di hilbijartinê de hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan weke yek ji hêmanên şênber ên temsîla siyasî ya cihêrengiya mezhebî û etnîkî ya welêt derdikeve pêşiya mirovan. Di çarçoveya propagandaya hilbijartinê de bernameyek ku partî pêşkêşî hilbijêrên xwe dikin nîne. Li şûna vê yekê komên Şîa xwe dispêrin piraniya nifûsê û bi vî rengî di nava hikumetê de dibin xwedî rola diyarker; Sûnî ji bo karibin di nava siyaseta navendî de ji nû ve bi bandor bibin di lêgerîna yekîtiyê de ne.
Kurd jî xwedî wê armancê ne ku li Herêma Kurdistanê ya Federe û li Kerkûk û derdora wê ku weke herêmên cihê nîqaşê (Di çarçoveya xala 140'î de) tê binavkirin, hem bandora xwe ya siyasî biparêzin hem jî destketiyên xwe yên rêveberî û aboriyê berfireh bikin.
Rewşa parçebûyî ya beşdarên hilbijartinê texmînên li ser hilbijartinê zehmet dike. Hevrikiya navbera Kurd, Şîa û Sûniyan ên li Iraqê bi destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî re bêhtir tevlîhev dibe.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û hin welatên rojavayê dixwazin bandora Îranê kêm bikin; Îran jî bi rêya partiyên Şîa hewl dide bandora xwe ya siyasî hîn xurt bike. Li aliyê din Îsraîl bandora zêde ya Îranê ya li ser Iraqê li dijî ewlekariya xwe weke gefekê dibîne. Tirkiye jî ku welatekî cîranê Iraqê ye hem bi rêya nifûsa Tirkmenan hem jî bi rêya têkiliyên xwe yên aborî û ewlekariyê yên bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re hewl dide di vê pêşbirka herêmî de cihê xwe bigire.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN













