Baweriya kêm rîska pevçûnan

Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:00

Li gorî daneyên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê, li seranserî welat 21 milyon û 404 hezar kes xwedî mafê dengdayînê ne. 709 navendên hilbijartinê hene û dê 4 hezar û 501 sindoq bên danîn. Ji bo 329 kursiyan, 2 hezar û 248 namzetên jin û 5 hezar û 520 namzetên mêr hene. Hin namzet jî dê serbixwe tev li hilbijartinê bibin. Gelek partî jî weke tifaq dikevin hilbijartinê. 75 namzetên serbixwe, 31 tifaq û 38 partî dê tev li hilbijartinê bibin. Ji sedî 20’ê kursiyan yên jinan, ji sedî 75 jî ji bo mêran hatine veqetandin. 9 kursî jî ji bo kotayên pêkhateyan hatine veqetandin. Ji bo Xiristiyanan 5, ji bo Şebekan 1, ji bo Êzidiyan 1, ji bo Kurdên Feylî 1 û ji bo mezheba Sabîî jî kursiyek hatiye veqetandin. Li seranserî welat kotaya jinan ji sedî 20 e û li Herêma Federe ya Kurdistanê jî kotaya jinan ji sedî 30 e. Kampanyayên hilbijartinê ji 3’ê Cotmehê ve bi awayekî fermî dest pê kirin. Li hemû bajar û navendên girêdayî wan mirov rastî poster û afîşên namzetan tê. Tê gotin ku bi milyonan poster hatine daliqandin. Bandoreke mezin a curbicuriya etnîkî û mezhebî ya li welat li ser hilbijartinan heye. 

Rewşa partiyên Kurd 

Di nava partiyên Kurd de tifaqeke hilbijartinê tune ye. PDK, li Hewlêr û Dihokê bihêz e. PDK ku têkiliyên wê bi Tirkiye û hin welatên Kendavê re heye, armanc dike ku hejmara kursiyên xwe biparêz e. YNK a bi serkêşiya Bafel Talabanî jî li Silêmaniye, Kerkûk û Helebceyê bihêz e. Piştî wefata Celal Talabanî, partî di nava xwe de bi rojeva parçebûnê mijûl bû lê dîsa jî bandora partiyê ya li herêmên behsa xeberê zêde ye.  

Tevgera Nişfê Nû ya bi serkêşiya Şasûwar Abduwahîd jî li dijî PDK û YNK’ê xetereke muxalîf dimeşîne. Piraniya hilbijêrên vê partiyê, li navenda bajar dijîn. Eniya Gel a bi pêşengtiya Lahor Şêx Cengî hatiye avakirin ku ji YNK’ê veqetiya bû jî di hilbijartinên dawî yên Herêma Kurdistanê de 2 kursî bi dest xist. Lahor Şêx Cengî, di 22’ê Tebaxê de hate girtin û tê gotin ku ev yek wê bandorê li ser serkeftina wê ya di hilbijartinên Iraqê de bike. Hilbijêrên Eniya Helwêst, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Dadgerî û partiyên din jî li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê belave ne.

Bandora tevgera Sedir 

Bloka herî mezin a Şîe, Derdora Koordînasyonê ye. 8 tifaqên mezin ên ve blokê di parlamentoyê de cih digirin. Ji 329 kursiyên li parlamentoyê 140 jê yên vê blokê ne. Blokê ragihand ku dê bi çendek lîsteyên cuda têkevin hilbijartinê.  

Di Tifaqa Îmar û Pêşvebirinê ku Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî serkêşiya wê dike de jî 7 tifaq cih digirin.  

Di Koalîsyona Dewleta Yasayan a serokwezîrê berê Nûrî Malîkî serkêşiya wê dike jî yek ji baskên Sune ye. Koalîsyon, ji 11 tevgerên siyasî pêk tê û hedefa sereke ya koalîsyonê jî ew e ku Nûrî Malîkî bibe serokwezîr. Tevgera Sadr ku Mukteda es-Sadr serkêşiya wê dike jî demek berê banga boykotkirina hilbijartinan kir. Tê gotin ku zêdetirî milyonek hilbijêrên vê tevgerê hene û tevlinebûna wan a hilbijartinê wê rêjeya tevlibûna hilbijartinê pir daxîne. Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ya di sala 2021'ê de ji sedî 41 bû û tê gotin ku heke Sadr di biryara xwe de israr bike, ev rêjeye wê hêj bêhtir bikeve. Her wiha tê gotin ku ev biryar, wê bi kêrî Derdora Koordînasyonê ya nêzî Îranê û partiyên girêdayî wê bê. 

Pêşbirka Malikî û Sûdanî

Pêşbirk, dê d navbera Serowezîrê heyî Muhammed Şiya es-Sudanî û serokwekzîrê berê Nûrî el-Malîkî de derbas bibe. Sûdanî dixwaze dîsa bibe îktîdar û Malîkî jî hewl dide dîsa were hilbijartin. Îran, li ser milîsên Şîe û partiyên siyasî xwedî bandorekî zêde ye. Bi rêya Heşdî Şebî û komên siyasî yên Şîe yekser mudaxileyê bike. DYE, armanc dike ku bandora Îranê qels bike. Tirkiye jî hewl dide bi rêya hevkariya bi PDK’ê re bandora xwe zêde bike. Hinek partiyên Turkmen û komeleyan biryar dan ku piştgiriyê bidin lîsteya PDK’ê ku ev jî weke encama vê tifaqê tê şîrovekirin. 

Xetereya pevçûnan 

Fikarên cidî hene ku hilbijartin bên taloqkirin an jî piştî hilbijartişnê pevçûn derkevin. Ya din jî tê gotin ku avakirina hikûmetê û diyarkirina serokwezîrekî nû dê demê bixwaze. 

Encamên hilbijartinên li Iraqê wê bandora xwe ya erênî û neyînî li ser herêmê hebin. Encam, xwedî wê potansiyelê ne ku bandorê li parvekirina dahatên petrolê, ewlehiya sînor, rewşa herêmên binîqaş (Kerkûk, Şengal), hevrikiya di navbera partiyên Kurd de (bi taybet jî PDK û YNK) û têkiliyên Iraqê yên bi welatên Ereb re bike. 

MA/AZAD ALTAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.