Jin wê civaka demokratîk ava bikin
Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:42

Li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Meş, ji ber Girtîgeha Kevin ber bi AZC Plazaya li Taxa Ofîsê ve bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyaneke bê tundî û azad ve” pêk hat. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, gelek jin beşdarî meşê bûn. Malbata xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku hatî qetilkirin jî beşdarî meşê bû. Di dema meşê de, jinan navên jinên hatine qetilkirin xwendin û bi qêrîn gotin “li vir e”. Li ber AZC Plazayê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakut, di daxuyanî da û navên jinên hatine qetilkirin rêz kir û destnîşan kir ku ew ê li têkoşîna wan xwedî dikin. Rûçem Vefa Elyakutê, destnîşan kir ku tundiya dewletê li her derê ye û anî ziman ku jin li her derê têdikoşin û got:“Ev hikumet bi polîtîkayên sîstematîk civakê ber bi tarîtiyê ve dikişîne. Bi vî awayî destdirêjî û tecawîz zêde dibe. Tevdîran li hemberî tundiya mêran nagirin. Di qetilkirina jinan de xalên di qanûnan de bi cih nakin. Jinan bi malê ve sînordar dikin.”
Em veguherîn civakeke çawa?
Komîsyona ji bo Rojîn Kabaîşê Edalet, daxuyaniyek kurt dan. Piştre, aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û wiha got:“Her roj mirinên jinan ên gumanbar rû didin, qetlîamên jinan çêdibin. Ji bo Rojîn Kabaîşê hat gotin ku xwe kuştiye. Derket holê ku ji aliyê mêr ve hatiye qetilkirin, hîn jî qatilên wê ne diyar in. Kujerê Narînê hîn jî ne diyar e. Gulistan Doku hîn jî winda ye, qatilên wê hîn jî ne diyar in. Jin her roj tên qetilkirin. A rast em qatilan dizanin. Ew mêr in, bi zanebûn, bi dilxwazî qetil dikin. Li dijî van qetlîaman sekinîn deynê me ye, li hemberî vê derketin erka me ye. Li Mêrdînê dê û bav, zarokek 5 salî tên qetilkirin. Li Rihayê zarokek bi şewitandinê jiyana xwe ji dest da. 6 jin zindî hatin şewitandin. Em veguherîn civakek çawa? Em li her devera Kurdistanê bi tundiyê re rû bi rû ne. Ev nayê qebûlkirin. Fuhûş, madeyên tiryakê, tacîz, tecawiz civakê rizandiye. Em wek TJA êdî dibêjin bes e. Em ê li dijî van hemûyan li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Jin jiyan azadî helwestek e
Di dawiyê de Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan axivî û got:“Îro em dibêjin bila tu kes di bin zextê de nebe, bila xwişk û biratî, azadî, demokrasî, aştî hebe. Êrişî nasnameya me ya Kurd, nasnameya me ya jinên Kurd kirin. Em nehatin qebûlkirin, zimanê me nehat qebûlkirin. Civak qetil kirin lê jin bûn hedef. Çima jin bûn hedef? Jinan bi ruhekî fedakar, berxwedêr ji civakê re pêşengî kirin. Civakê bi xwe re diguherîne. Dema jin biryar didin, tu kes nikare li pêşiya biryara wan bisekine. Ji ber vê yekê, ‘Jin, jiyan, azadî’ ne tenê dirûşm e. Helwestek e. Li hemberî tundiyê helwestek e. Li hemberî neheqî û zilmê helwestek e.” Daxuyanî bi çepik, tilîlî û bi dirûşman ve bi dawî bû.
Heta azadiyê wê têkoşîn bidome
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinên Star, Komîsyona Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partî, KESK, ÎHAMED, Baroya Wanê, ÎHD, Aryen, Şanowan, Komîsyona Jinan a TMMOB, Xeta Jinê û Kooperatîfa Jinan a Evîn di çarçoveya 25ê Mijdarê de meşek li dar xistin. Piştî meşê jinan li ser Rêya Cûmhûriyetê daxuyaniyek da û metna daxuyaniyê ji hêla Rêvebera KURDÎGEH'ê Evîndar Akbûlût ve hat xwendin. Evîndar Akbûlût anî ziman ku ew kampanyaya xwe ya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” bi dawî dikin û got:“Îro em dengê Rojîn Kabaîş, Nagihan Akarsel, Cîhan Bîlgîn, Îpek Er, Şûle Çet, Hevrîn Xelef û hemû jinên ku bedenê xwe bi axê re kirine yek û bûne bêdawî nin. Dengê me dengê wan e û têkoşîna me berdewamiya jiyana wan e.” Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku jinên li çaraliyê cîhanê bi daxwazên wekhev derketine kolanan û got:"Em li cihên kar, li malê û li kolanan ji aliyê kesên herî nêzîkî me ve rastî tunfiyê tên. Heta ku li van axan wekhevî û azadî pêk were em ê têkoşînê bidomînin."
Meş û daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN















