- “Huner şerê hebûn û azadiyê ye”
MIHEMED EBDO / ANHA/HELEB
Bi armanca piştgiriya hewldanên xurtkirina rola jinan di warê hunerî de û vejandina çanda dayika xwedawend, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye”, Festîvala Jinan a Şehîd Berçem a Çand û Huner a Yekê li dar xist.
Di çarçoveya xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Huner a Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo berbelavkirina çand û hunerê jinan, tevgerê li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Festîvala Şehîd Berçem a Yekî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.
Festîvalê 13’ê Tebaxa 2022’yan dest pê kir û îro bi dawî dibe. Tê de qederê 135 jinan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên weke Eyn Dîwer, Reqa, Tebqa, Efrînê, Kobanê û Hesekê beşdar in. Berhemên xwe bi rêya komên hunerî yên cuda nîşan dibin.
Endama komîteya amadekar a festîvalê, Mizgîn Çolaq got, armanca sereke a festîvalê vejandin û belavkirina çand û hunerê girêdayî dayik û jina xwedawend e.
Mizgîn Çolaqê wekî din da xuyakirin ku festîval ne tenê ya stranan e, di heman demê de gelek hunerên din ên wek wênesaziyê û hunerên din jî dihewîne.
Mizgîn Çolaq destnîşan kir ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê deng vedaye, ji ber wê jî divê jin xwedî lê derkevin nexasim di warê çandê de, ji ber ku ew nasnameya gelan e.
Pêkhate hemû beşdar bûn
Her wiha, Mînetullah Tame ya ku ji Reqayê beşdarî festîvalê bûye, diyar kir ku tişta balkêş di Festîvala Şehîd Berçem de, beşdariya pêkhateyan e: “Em di vê festîvalê de ji bo temsîlkirina hunerê Firatê, hunerê Reqayê beşdar bûne.”
Mînetullah Tame di dawiya de malavahiya komîteya amadekar a festîvalê kir û got, ew ê di roja sêyemîn de stranekê diyarî rêber Ocalan bike.
Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê, Mîrxan Îsmaîl jî got, ew bi navê koma Şehîd Canda beşdarî festîvalê bûye û armanca wan ew e ku festîval dewlemendtir bibe û çand, hunerên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina wan nîşan bidin.
Mîrxan Îsmaîl got, ji wan kesan ku dixwazin hevgirtina pêkhateyan têk bibin, festîval peyameke zelal e.