Di demekê de ku li Rojavayê Kurdistanê hewldanên pêkanîna yekitiya partiyên Kurdî tê kirin, li Başûrê Kurdistanê hewldanên derxistina şerekî birakujiyê û navxweyî hene. Tirk dîsa hewl didin ku derfetê nedin du Kurd werin gel hev. Dewleta Tirk ji provokasyonên li Zînê Wertê, heta şerê berfireh û dijwar ê li dijî Heftenînê, hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike.
Dewleta Tirk ku bi şer nikaribû Başûr dagir bike û şerê birakujiyê di navbera hêzên Kurdî de derxe, vê carê bi hemû hêza xwe ya şerê taybet û sorkirina PDK`ê ya li dijî PKK`ê, dixwaze şerê birakujiyê di navbera Kurdan de çêke. Rejîma AKP-MHP`ê ya faşîst ku piştî peymanên aştiyê yên Îsraîlê bi dewletên Ereban re, dizane ku rola wan kêm dibe û ti bandora wan namîne. Bi derxistina şerekî di navbera Kurdan de û dagirkirina Başûr û heta Rojava jî dixwaze hebûna xwe mayînde bike û bibêje va ye, ez jî li herêmê heme û Kurd hemû girêdayî min in. Dewleta Tirk ku niha di rewşeke pirr aloz de ye, lê vê aloziya xwe li ser hesabê lihevnekirina Kurdan, dike hêzeke mezin.
Gelê Kurd ku dîroka xwe hinekî xwendibe û nexasim dîroka nûjen a sedsala dawîn, wê bibîne ku dewleta Tirk di cih û zemanên hesas de Kurdan dike hedef. Mînaka berçav ku heta niha ji bîra Kurdan û bi taybetî Kurdên Rojava neçûye, em ê bînin bîra we. Dewleta Tirk di 9`ê Cotmehê de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, ev roj jî roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêberê gel Abdullah Ocalan e. Di van mehên pirr hesas û mehên çarenûsî de ji bo tevahiya herêma Rojhilata Navîn û nexasim ji bo Kurdan û demeke ku li Rojava gavên yekrêziyê têne avêtin, li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk har û dîn bûye.
Her çi qas dewleta Tirk bi şer nikaribû hêzên Kurdî li Başûr û Rojava bîne hember hev jî, lê bi rêya provokasyon û torên MÎT û şaneyên xwe yên ragihandinê li Başûrê Kurdistanê pîlaneke pirr qirêj dimeşîne. Ev pîlan bi şandina hêzên çekdar ên taybet ên PDK`ê li herêma Garê, bi awayekî xurt niha lê ye. Di heman demê de, dewleta Tirk bi rêya ajanên xwe û torên xwe yên ragihandina taybet jî (ART) nûçeyên bêserûber û gotegotên bi armanca derxistina şerekî di navbera PDK û PKK`ê de, diweşîne. Bi rêya torên xwe yên qirêj, dibêjin PKK dê Başûr "dagir" bike. Dewleta Tirk bi desteka yekser ji hin hêzên Kurdî re, amadekirina dagirkirina Başûr dike. Eger heta niha Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye dagirkirin jî, ev yek bi saya berxwedana PKK`ê ye, êdî ev rastiyek e, û bila ti kes xwe nexapîne. Dijminên Kurdan beriya dostan bi vê rastiyê baş dizanin, lewre ketine nava hewldanên pirr qirêj ku dîsa dixwazin Kurdan li dijî hev bidin şerkirin û destketiyên heyî yên Kurdan jî winda bikin.
Lê eger şerekî navxweyî yê Kurdan derket, gelo encam wê çi be ji bilî tinekirina destketiyên Kurdan û dagirkirina Başûrê Kurdistanê? Lewra ji bo ev şer rû nede, wekî li Rojava gavên yekitiyê hatin avêtin, divê li Başûrê Kurdistanê jî gav werin avêtin û şerê birakujiyê çênebe.
KNK di vê çarçoveyê de bang li PDK û PKK'ê kir ku bi çi rengî rê nedin ku rewşeke wiha rû bide û di zûtirîn demê de bi rêya diyalogê çareseriyekê ji vê aloziyê re peyda bikin. Her wiha KNK`ê got, ew amadekariya şandeyeke ji rêveberiya KNK'ê, ji nûnerên partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetiyên welatparêz dikin ku ji bo çareseriya zemîna diyalogê ava bikin û aloziyê çareser bikin, ew ê biçin herêmê.
Tenê KNK têrê nake. Divê hêzên Kurdî yên Başûr bi tevahî û di serî de YNK, partiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û nexasim partiyên PYNK, ENKS û partiya Yekitî û Pêşverû berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û rê nedin şerekî birakujiyê û dawî li van hewldan û provokasyonan bînin. Her çi qas yekîtiya Kurdan li Rojava dê bandoreke pozîtîf li ser Kurdan çêke û bihêle ku îtîraf bi statuya Kurdên Rojava bê kirin jî, bi qasî wê jî girîng e ku li Başûrê Kurdistanê yekîtî di navbera hêzên Kurdan de çêbe. Êdî qada yekîtiyê ya mezin li Başûrê Kurdistanê ye, divê Kurd berê xwe bidin Başûr. Sibe wê gelekî dereng be, divê Kurd vê derfeta zêrîn a ku piştî sed salan dûbare dibe, ji dest nedin.