Ji bo Mawda 2 şano

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Adar 2021 - 01:10

Polêsê Belçîkî Mawda ya 2 salî 2018´an qetil kir, Sibata bihurî dadgeha Belçîkî polês pîr û pak kir, û 4 sal cezayê hepsê li şofêrê minîbusa penaberan birrî. Du berhemên şanoyê berê xwe didin mijarê.

Ji bo pitika Kurd Mawda Shawri ya 2 salî polêsên Belçîkî ew qetil kir, du projeyên şanoyê hatin amadekirin. Ev proje dixwazin bi awirekî din li meseleyê binihêrin. Rojnamevan Estelle Spoto di rojnameya FocusVif de behsa mijarê dike.

16’ê Sibatê dadgeha li Monsê cezayê salek hepsê li polêsê kujer birrîbû, lê ji ber ku cezayê pêşî bû ew bi şert hatibû berdan. Malbata Mawda ya ji Başûrê Kurdistanê û rêxistinên mafê mirovan ên li Belçîkayê nerazîbûna xwe ji biryarê îfade kirin.   

Axir niha du projeyên şanoyê yên bi navê Violences (Şidet) û Le prévenu que personne n’a entendu (Tohmetbarê kesî nebihîstî; weke podcast amade ye, weke şano wê payîzê amade be) bi awirekî nû li meselê dinihêrin. 

Di Violencesê, Léa Drouet wê înstalasyoneke bi projektor û qûmê bi kar bîne, tevî mînyaturên bajaran. Ew wiha rave dike fikra xwe ya li ser şidetê: “Heger şidet di tabloyekê de babeta navendî be, daxwaza min wê ew bûya ku ez ji nêztir lê binihêrim. Lê min ê her wiha li paşxanê û tiştên li derdorê jî yên di nava zelûliyê de jî binihêriya da ku bibînim ka çawa serpêhatiyên şidetê ser yên piştgiriyê, yên berxwedanê digirin.”*

Mado filitî Mawda sax nefilitî

Berhem wê di Gulanê de li ser dika Kunstenfestivaldesarts a Brukselê Gulanê bê nîşandan, lê hin beşên wê li platforma dîjîtal Auvio peyda dibin. Berhem paralelekê çêdike di navbera dapîra heq a Léa Drouet a bi navê Mado û Mawda de. Mado jineke piçûk a cihû ye ku ji bo ku bê xilaskirin ew emanetî hevalên dê û bavê wê kirine. 17´ê Gulana 2018´an bihurî li ser rêya navneteweyî E 42´yê nêzî bajarê Monsê, polêsekî Mawda Shawri ya 2 salî bi guleyan qetil kiribû, di destê dayika xwe de bû Mawda hingê. Malbata wê ya ji Başûrê Kurdistanê dixwest xwe bigihîne Ingilîstanê. Piştî qetilkirina zaroka xwe ew niha li Belçîkayê penaber in. Mado di penaberiya xwe ya “bi qaçaxî” de sax filitî, lê Mawda sax nefilitî. 

Şanoger dixwaze tiştekî bi hunerê xwe li ser dikê bibêje: Ji bo van penaberan ti rêya qanûnî nîne ku xwe bigihînin menzilên xwe: “Gava min serpêhatiya Mawda danî cem ya malbata xwe, mirov fêm dikin ez behsa çi dikim û ez çima ev bûyer ewqasî tesîrê li min dike. Lê ev her wiha şêwazek bû ji bo ku li ser nûneriya tiştan bixebitim. Lewma îro koçber tên krîmînalîzekirin, nexasim yên ku wê ji Belçîkayê bibihurin. Bi giştî weke ku ew mirov ji êşên xelkê sûdê wergirin, tên dîtin û nîşandan; helbet yên wisa jî hene. Lê ew ên di Belçîkayê re bihurîn yên rabihuriyê, ew zarokên cihû yên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de hatin rizgarkirin, awira min a niha ev e, ew qehreman in.” 

Ew bi vê daxwaza xebata li ser nûneriyan, projeya xwe ya şanoyê weke çîrokekê dide peyivîn: “Lazim bû miameleya bi mijarê re mutleq bi hestiyariyeke zêde bûya. Ji ber ku, herçî ez im, gava ku ji min re behsa tiştekî hişk û hovane bi awayekî hişk tê kirin, ez xwe dûr dikim. Ez nikarim lê bihisînim. Ev serpêhatiyên ewqasî zehmet in ku em xwe ji wan diparêzin.”

Gelek dirûvên şidetê

Axir hestiyariya Léa Drouet pêşî li wê negirtiye ku hovîtiya kuştina Mawda nîşan bide, û wê hovîtiya tişta paşê qewimî jî nîşan daye. Mesela, heger milîtanên mafê mirovan û penaberan xwe seferber nekira, wê bedena piçûk a Mawdayê bê deng û kerrên bihata veşartin. Ew kite bi kite behsa wê yekê dike ka çawa piştî ku minîbûsa penaber tê de hat rawestandin, çawa miameleyeke xirab bi penaberan hat kirin û çawa bedena di nav xwînê de mayî ya Mawdayê ji dê û bavê wê bi zorê hat standin. 

Podcastek wê bibe şano

Di podcastê de jî ev miamele hema hema gotin bi gotin eynî, heye.** KVS ev podcasta bi navê Le prévenu que personne n’a entendu (Tohmenbarê kesî nebihîstî) daye çêkirin. Li ser Spotify û YouTube peyda dibe. Ev podcast li gorî şahidê bûyerê, yan jî yek ji kesên saxfilîtî yê Iraqî Jargew D. hatiye amadekirin. Ew şofêrê minîbusê bû û dadgeha Monsê 4 sal cezayê hepsê li wî birrî. Kristin Rogghe senaryo nivîsiye û bi xwe versiyona Flamanî ya serpêhatiyê dibêje jî. Wê dadgehên li Mons û Liègê ji nêz ve şopandin. Ew bi aktrîs û derhênera şanoyê Marie-Aurore D’Awans re xebitî û ev projeya wê, wê payîza bê ji bo nîşandana li ser dikê amade be. Di vê projeyê de rêwîtî ji Başûrê Kurdistanê dest pê dike û hewl dide awirekî din ê li meseleyê mumkin bike. Marie-Aurore D’Awans dibêje, “Hinek dibêjin, diviyabû ew penaber ne di wê minîbusê de bin. Wan bi xwe biryara penaberiyê daye û xwe xistine vê tehlûkeyê. Lê em kêm caran li rêgehên wan dipirsin, gava em vê bikin, em di cih de pê dihisin ku ti rêyên qanûnî nînin. Ev nezanîna bi tiştan, min gelekî diwestîne û diqeherîne.”

Li dijî neheqiyê

Diyarkirina rêgehê ji bo projeyê bi xêra podcasta Kristin Rogghe û nivîsandina wê ya îfadeyên di dadgehê de çûye serî. Ew nexasim neheqiya dadgehkirinê jî derdixe pêş: li aliyekî polêsê kujer, li aliyê din 2 welatiyên Iraqê yên ji ber qaçaxçîtiya mirovan hatin dadgehkirin. Wê piştî wextekî, her tişta li dadgehê hatî gotin nivîsiye. Ew nexasim balê dibe ser awayekî neheq û newekhev dîtina tohmetbaran a çapemeniya Belçîkî. Medyayê herî zêde polês dît, ji halê wî fêm kir, dilê wê bi polês şewitî. Vê yekê kir ku ew vê podcastê amade bike. Mijara wê siyaseta Belçîka ya koçberiyê û destnedana polêsan e. Ew rexneyan li herduyan jî digire. Ew daxwaza komîsyoneke lêpirsînê ya parlamenê ji bo dozê dike, eynî weke parêzera malbata Mawda, Selma Benkhelifa.

* Violences. Li ser Auvio peyda dibe. Çav li rê ye ku ji 14 ta 17´ê Gulanê li Kunstenfestivaldesarts a Brukselê bê nîşandan. 
** Le prévenu que personne n’a entendu : podcast. Li ser Spotify, YouTube heye û di ser kvs.be re peyda dibe.

Çi qewimîbû?

Şeva 16 Gulana 2018´an diqulibî 17´ê Gulanê (piştî nîşevê), li ser rêya navneteweyî (E42) nêzî bajarê Monsê polêsê Belçîkî Mawda ya 2 salî ya ji Başûrê Kurdistanê di mînîbuseke penaber tê de, qetil kir. Mawda bi malbata xwe re li ser rêya Ingilîstanê bû, da ku doza penaberiyê li wir bikin. Polês minîbusa ku zanîbû penaber tê de ne, bi gulebarandinê xwest raqwestîne. Di encamê de Mawda ya di pêşiya minîbusê de li cem dayika xwe bû jiyana xwe ji dest da. Dadgehkirina polês 23´yê Mijdara bihurî dest pê kiribû. 

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.