Du keştiyên penaberan noqî avê bûn

Nûçeyên Cîhan

Duşem 7 Tebax 2023 - 02:20

Li peravên başûrê Îtalyayê du keştiyên ku 90 penaber tê de bûn noqî avê bûn. Hêzên Deryayî yên Îtalyayê da zanîn ku wan roja yekşemê li hember girava Lampedusa ya başûrê Îtalyayê cenazeyên 2 penaberan derxistine û 57 kesên din rizgar kirine. Lê li gorî raporan zêdetirî 30 kes windayî ne.

Ajansa nûçeyan a Îtalyayê “Ansa” jî li gorî kesên rizgarbûyî ragihand ku du keştiyên penaberan ên ji bendera Sefqas a Tunisê ber bi Ewrûpayê ve bi rê ketine, roja şemiyê noqî avê bûne. Li gorî heman ajansê, di keşteyekê de 48 kes hebûn, di ya din de jî 42 kes hebûn. Hat ragihandin ku hêzên deryayî 46 kîlometre dûrî girava Lompedusa rastî kesên rizgarbûyî hatine û cenazeyên du penaberan (jinek û pitika wê) derxistine.

Li gorî ajansa Reutersê jî, berdevkê hêzên deryayî yên Îtalyayê got ku heta niha tenê du cenaze hatine derxistin û hin kes rizgar bûne.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.