YE penaberan dersînor dike

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 26 Çile 2023 - 04:26

  • Endama Karûbarên Navxweyî ya Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Ylva Johansson, got, ew dixwazin kesên daxwaza wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin bişînin welatê ku jê hatine.

Yekîtiya Ewrûpayê xwe amade dike ku kesên doza wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin, vegerîne welatên ku jê hatine.

Endama Karûbarên Navxweyî ya Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Ylva Johansson, li Brukselê di civîneke çapemeniyê de got, ew dixwazin kesên daxwaza wan a penaberiyê nehatiye qebûlkirin bişînin welatê ku jê hatine.

Johansson diyar kir ku di sala 2022’yan de li 27 welatên endamên YE'yê hejmara dozên penaberiyê li gorî sala beriya wê ji sedî 50 zêde bûye û gihiştiye 920 hezarî: “Heke wisa bidome wê kapasîteya penaberiyê tijî bibe. Ji bo vê jî divê em tevdîrên nû bigirin. Li YE´yê her sal ji bo 300 hezar kesan biryara vegerandinê tê dayîn lê bi tenê 70 hezar kes tên vegerandin. Divê em vê hejmarê zêdetir bikin.”

 

Rêjeya dersînorkirinê wê bê zêdekirin

Stratejiya ku ji aliyê Komîsyona Ewrûpayê ji bo vegerandina penaberan hatiye amadekirin, wê pêşkêşî civîna Wezîrên Karên Navxweyî yên welatên endamên YE’yê were kirin. Ev civîn wê vê hefteyê li Stockholmê were kirin.

Li gorî daneyên Komîsyona Ewrûpayê ku saziya herî bilind a Yekîtiya Ewrûpayê ye, rêjeya penaberên dersînorkirî yên li seranserê YE'yê sala 2021’ê ji sedî 21 bû. Ev rêje di sala 2019´an de bûbû ji sedî 29. Ji sala 2018’an ve, Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze rêjeya dersînorkirinê zêde bike. Rêjeya ku wan daye ber xwe jî ji sedî 70 ye.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.