Rêyên dijwar û belgeyên koçberiyê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Gulan 2023 - 05:22

  • Dema insan koçber dibin û warê xwe diterikînin gelek serpêhatiyên wan çêdibin. Heger rêwîtî bi rêyên qaçaxî be, wê gavê rewş hîn zehmettir dibe û gelek kes di van rêyan de dimirin. Li Emerîkayê pêşangehekê malzemeyên ku koçber û penaberan li pey xwe hiştine, kom kirine û wan nîşan dide. Kes nizane ka çi bi serê xwediyê van malzemeyan hatiye û nasnameya xwediyê van malzemayan ne diyar e.

Li dinyayê, van salên dawî, ji ber qeyranên civakî û aborî koçberî û penaberî zêdetir bû. Nexasim jî xelkên li Rojhilata Navîn, Asya, Efrîka û başûrê Emerîkayê ber bi Ewrûpa, bakurê Emerîkayê ve reviyan û li wir bûn penaber. Di vî warî de sînorê Meksîka û Emerîka pirr navdar e. Ji lew re, gelek insan ji bo biçin Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Kanadayê mecbûr di ser Meksîkayê re derbas dibin. Ji bo kesên ku bi rêyên qaçaxî dixwazin biçin DYE û Kanadayê, divê ji sînorên Meksîkayê bibuhirin. Piştî ku ev sînor hatin derbaskirin, rêya wan hinekî din hêsantir dibe û bi awayekî dikarin xwe bigihînin cihên ku dixwazin herinê.

Pêşangeha bi navê “Hostile Terrain ‘94: The Undocumented Migrant Project” (Erdên dijmin 94: Projeya koçberên belgenekirî) behsa sînor û rêyên qaçax dike. Pêşangeh li Los Angeles, LA Plaza de Cultura y Artes hatiye hazirkirin. Navê pêşangehê îşaret bi qanûneke Emerîkayê ya sala 1994’an dike. DYE´yê xwestibû bi vê qanûnê rê li ber koçber û penaberan bigire da ku xwe li sînorên wan neqelibînînin û derbasî welatê wan nebin. Wan dixwest bi polîtîkayên wiha, xelkê ji penaberî û koçberiyê vegerînin û gelek caran jî bi awayekî hişk êrişî koçberan dikirin.

 

Li pey koçberan çi ma

Dema xelk di van rêyan de dibe penaber, gelek malzemeyan jî li pey xwe dihêlin û her malzemeyek bibîranîneke wan temsîl dike. Malzemeyên ku li çolan mane, hatine berhevkirin û bi rêya pêşangehê li holekê hatine bicihkirin. Hol ji bibîranîn û serpêhatiyên penaberan ava bûye. Navê pêşangehê her çiqas îşaret bi koçberiya bê belge bike jî, ev malzemeyên ku li pey penaberan mane, belgeyên dijwar ên penaberan in. Derbarê xwediyê van malzemeyan de kêm tişt tên zanîn, lê ev malzeme dijwariya koçberî û penaberiyê pirr baş nîşan didin.

Teker û bîdonên avê

Di hundirê hola pêşangehê de, destpêkê înstalasyoneke ku 3 hezar 816 dewsên tiliyan nîşan dide, heye. Ev xebat koçber û penaberên ku di navbera salên 1990´î û 2021’an de li ser rê mirine, temsîl dikin. Her wiha du malzemeyên sereke ku di pêşangehê de tên nîşandan jî, bîdonên avê û tekerên wesayîtan in. Di dema koçberiyê de şûşe û bîdonên avê ji bo penaberan bivênevê ne û ew bi saya van malzemeyan ji tîna namirin li wan çolan û li ser wan rêyên ku di wan re derbas dibin. Li hêla din tekerê (lastik) wesatiyîtan jî dihêlin ku ew xwe bi paş kamyon û wesayîtên dewriyeyan ên li ser sînor ve bikin û bêyî ku şopekê li holê bihêlin ji sînor derbas dibin. Ji lewma jî ev du malzeme ji bo penaberan girîng in û temsîla wan ji bo kesên ku bi qaçaxî sînoran derbas dikin, zêde ye.

Belgekirina arkeolojîk a koçberan

Di pêşangehê de ji xeynî van malzemayan, sol, şewqe, cilûberg, pêlîstok, wêne, makanîzmayên ku avê germ dikin û tiştên bi vî rengî hene. Yanî di dema koçberiyê de kîjan malzeme bi kêrî van insanan tê û divê mirov rahêjin çi, giş di pêşangehê de hene. Hin kes jî ranahêjin ti tiştî û serpêhatiyên wan ên di rêyan de ango bibîranînên wan dibin malzemeyên herî balkêş! Hin koçber jî wêneyên hezkiriyên xwe vedişêrin di berîkên xwe de da ku her tim hîs bikin hezkiriyên wan li gel wan in û bi wan re di vê rêwîtiyê de dimeşin. Yanî malzemeyên ku di vê pêşangehê de tên nîşandan bi awayekî madî jî rewşa koçberan nîşan dide û ev malzeme weke belgekirineke arkeolojîk ya koçber û penaberan jî tê nirxandin. Wekî din ev malzemeyên li pey wan mane, di warê civakî de jî rewşa koçberan radixin ber çavan. Jixwe, gelek caran ji ber van malzemeyan nimûneyên DNA’yê digirin û nasnameyên kesên ku mirine, bi vî awayî derdixin holê.

Malzemeyên bê nasname, serpêhatî û bibîranînên ku kes bi wan nizane û rêwîtiyên dijwar ên ber bi penabertiyê ve… Projeya koçberên bê belge û malzemeyên ku kes nizane çi bi serê xwediyê wan hatiye, rewşa koçberiyê ya li dinyayê bi awayekî dijwar nîşanî xelkê dide û her wiha derheqê van sînor û rêyên ku xelk bi awayekî qaçaxî xwe li wan diqelibînin jî agahiyan dide insanan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.