Li peravên Yunan felaketa mirovî

Nûçeyên Cîhan

În 16 Hezîran 2023 - 02:49

  • Derket holê ku herî kêm 79 kes mirine. Di keştiyê de zêdeyî 700 kes hebûne, bi sedan kes jî winda ne.

Me doh di vê rûpela xwe de di nûçeya xwe ya ’32 koçber mirin’ de gotibû li peravên Peloponez a Yewnanistanê 32 koçber mirin. Lê derket holê ku herî kêm 79 kes mirine. Di keştiyê de zêdeyî 700 kes hebûne, bi sedan kes jî winda ne. Ji sala 2014'an û vir ve li Derya Spî 20 hezar koçber xeniqîne.

Keştiyek ku koçber û penaber tê de bûn, di şeva 13-14'ê Hezîranê de li peravên Nîvgirava Peloponez (Mora) noqî binê avê bû.

 

104 kes hatin rizgarkirin

Yekîneyên ewlekariya peravê diyar kirin ku herî kêm 79 kes mirine, 104 kes hatine rizgarkirin. Lê belê li gorî medya Yûnan bîlanço girantir e. Li gorî daneyên destpêkê, keştî ji Lîbyayê bi rê ketibû û berê xwe li Îtalyayê bû. Piraniya kesên bi saxî hatin rizgarkirin ji Sûriye, Pakistan û Misrê ne. Keştiya ku tê gotin motora xwe xera bû, li peravên navneteweyî di nava 15 deqeyan de bi temamî noqî binê avê bû. Berdevkê ewlekariya peravî Nîkolaos Alexôû ji televîzyona ERT re axivî û got;"Keştî bi qasî 25 heta 30 metreyî dirêj bû. Ser pira keştiyê tijî bû, hundirê wê jî bi heman rengî tijî bû." Ji berdevkên hikumetê Îlîas Sîankantarî jî got;"Em nizanin bê çend kes tê de bûn, lê belê em zanin ku bazirganên mirovan ji bo keştiyê kontrol bikin mirovan tê de kilît dikin."

 

100 zarok di keştiyê de bûn

Balafireke Frontexê ku sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê diparêze, roja Sêşemê danê nîvro keştiyek tespît kir. Rayedarên bendergehê yên Yûnan îdîa kirin ku koçberan alîkarî red kirine. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl bi vê îdîayê bawer nakin, yan jî diyar dikin ku nexwestina alîkariyê li pêşiya destwerdana lezgîn ne asteng û hincet e. Rêxistina Koçê ya Navneteweyî di texmîna xwe ya destpêkê de ragihand ku 400 rêwî hebûn. Piştî ku ji kesên hatin rizgarkirin agahî hatin wergirtin, diyar bû ku di keştiyê de herî kêm 750 kes hebûn ku nêzî 100 ji wan zarok bûn. Ev ji bîlançoya 3'ê Hezîrana 2016'an a li peravên Yûnan girantir e ku hingî 320 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 

3 roj şîn hate ragihandin

Serokkomara Yewnanistanê Katerîna Sakellaropoûloû çû cihê bûyerê. Wekîlê Serokwezîr Îoannîs Sarmas jî ji bo sê rojan li welêt şîn ragihand. Seroka Doktorên Cîhanê ku rêxistineke civakî ya sivîl e Florence Rîgal ji radyoya Franceînfo re axivî û bang li dewletan kir ku li deryayê polîtîkayeke rasteqîn a rizgarkirinê biafirînin. Rîgal got;"Lİ Derya Spî ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 20 hezar kes mirin. Ev dever goristaneke."

Rîgal diyar kir ku divê Frontex dest li rewşê werde û got;"Em li benda dewletan e ku seferberiyeke xurt bikin. Li şûna sozên malî pêwîstî bi rizgarkirina mirovan heye. Derya qadeke mirovî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.