Dîsa koçberî dîsa mirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 02:14

41 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) ragihand ku li peravên Girava Lampedûsayê keştiyek koçber tê de bûn noqî binê avê bûye. Hate ragihandin ku 41 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya ANSA'yê, ku agahiyên xwe dispêre gotinên koçberên hatî rizgarkrin, li peravên Girava Lampedûsa ya Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bû. Di encamê de 41 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

Çar kesên bi saxî hatin rizgarkirin, ragihandin ku ew di keştiyekê de bûn ku ji bajarê Safakes ê Tûnisê bi rê ketibû, lê li peravên Îtalyayê noqî binê avê bû.

Sê mêr û jin a hatin rizgarkirin, ji aliyê hêzên ewlekariya peravî yên Îtalyayê ve bi botekê gihandin Lampedûsayê.

Ji destpêka sala 2023'an û vir ve zêdeyî 90 hezar koçber û penaber ji peravên bakurê Efrîkayê gihîştin Îtalyayê. Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, herêma navîn a Derya Spî ku di navbera Bakurê Efrîka û Îtalyayê de ye, rêya herî xetere ya koçberiyê ye ku ji sala 2014'an û vir ve zêdeyî 20 hezar kes lê mirin.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.