Ji ber zilma Erdogan direvin Swîsreyê

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 22 Tîrmeh 2023 - 02:21

Piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê, li gelek welatên Ewrûpayê penaberên ji Ukraynayê ji yên din bêhtir bûn. Lê niha rewş diguhere. Swîsreyê da zanîn ku van mehên dawiyê nexasim jî Kurdên ji Tirkiyeyê doza penaberiyê lê dikin. Li gorî statîstîkên fermî yên Swîsreyê, ji Sibatê ve penaberên Kurd ên ji Tirkiyeyê şûna Efxanan girtiye û bûne yên herî zêde. Mehane bi sedan kes doza penaberiyê dikin û di hezîranê de 580 kesên ji Tirkiyeyê doza penaberiyê ji Swîsreyê kiriye û ev jî ji sedî 24´ê temamê dozên penaberiyê yê wê mehê ne. Di heman demê de bûyerên ecêb ên şebekeyên qaçaxçîtiya mirovan jî çê dibin: pêr êvarê hîna roj neçûyî ava, minîbusekê li gundekî 27 penaberên pirraniya wan Kurd avêtin meydana gund.   

Ev meseleya zêdebûna penaberên ji Tirkiyeyê li Elmanyayê jî xwe dide der û pispor behsa sê sedemên sereke din ji bo vê yekê:

* Zilma dijwarkirî ya rejîma Erdogan li dijî mixalefetê û Kurdan beriya hilbijartina Gulana 2023´yan.

* Erdheja 6´ê Sibatê.

* Rewşa xirab a aborî û înflasyona ku fermî ji sedî 44 e û pispor dibêjin bêhtirî ji sedî sed e. 

 

Bi minîbusa bar penaber anîn

Hê roja eyan, roj neçûyî ava, şebekeyên qaçaxçîtiya mirovan, li gundê Ollersdorf ê li navçeya Güssing a li Burgenlandê 27 kes avêtin meydana gund. Kesê minîbus diajot, minîbusa xwe hişt û ji deverê revî. Xelkê gund polês agahdar kir û polês pêşî av da penaberê tî. Pirraniya wan Kurd bûn û di nava wan de 7 zarok hebûn.

Kesê erebe diajot mirovekî reşik bû û polês tevî helîkopteran ji bo girtina wî operasyon da destpêkirin. Ew û qaçaxçîyekî din li gundê cîran Litzeldorfê hatin girtin. 

Li derdora gund jî 5 penaberên din ên ji minîbusê peyaybûbûn hatin dîtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.