- Saziya Sînor a Ewrûpî Frontexê da xuyakirin ku, rayedarên Yewnanî guh neda daxwaza alîkariya koçberan.
Saziya Sînor a Ewrûpî Frontexê da xuyakirin ku, rayedarên Yewnanî ji bo karesata keştiyê ya li Yewnanistanê ku herî kêm 82 kes mirin û bi sedan jî winda bûn, guh neda daxwaza alîkariya koçberan.
Di navbera banga alîkariya ewilî ya koçberan û binavbûna keştiyê de 14 saet derbas bûbûn. Piştî vê trajediyê, pirs zêde bûn û bersivên Frontex û Yewnanistanê ên bi nakok derketin holê.
Servîsa çapemeniyê ya Frontexê ji AFP'ê re got, "Frontex ê di 13'ê Hezîranê de destekeke zêde ya hewayî ji rayedarên Yewnanistanê xwest, lê ti bersiv nehate dayîn."
Berê roja karesatê, navenda kordînasyona Îtalyayê (MRCC) ferman da balafirên Frontexê ku saet 08:33 sibê li keştiya masiyan bigerin. Li gorî Frontexê, keştiya ku koçber tê de bûn, saet di 09:47’an de hatiye dîtin.
Frontexê got, "Balafir berî ku neçar bimîne ji bo sotemeniyê dagire vegere baregehê, 10 deqîqeyan keştiya masiyan şopandiye.”
Frontexê beriya deh rojan jî diyar kiribû ku ji Yewnanistanê xwestibû ku bêyî dereng be, balafireke keşfê bişîne behra Egeyê û li wir keşfê bike.
Lê belê, li gorî Frontexê rayedarên Yewnanistanê ferman dabûn ku balafirê keşfê di operasyoneke din a rizgarkirinê ya li başûrê Girîtê de ku 80 kes di xeteriyê de ne, were bicihkirin.
Keştiya ku koçber û penaber tê de bûn, şeva 13 Hezîranê qulibî 14'ê Hezîranê piştî nîvê şevê li peravên Nîvgirava Peloponezê noqî binê avê bûbû. Li gorî bîlançoya fermî 82 kesan jiyana xwe ji dest da. 104 kes hatin rizgarkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Koçberiyê ya Cîhanê, di keştiyê de 400 belkî jî 750 kes hebûn. Di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Ji kesên hatin rizgarikrin 47 ji Sûriyeyê, 43 ji Misrê, 12 ji Pakîstanê û 2 jî Filistînî bûn.
Ecêbe ku Ajansa Parastina Sînor û Peravnên Yekîtiya Ewrûpayê, maşika xwe yanî Yewnanistanê tohmetbar dike bi xemsariyê.
NAVENDA NÛÇEYAN