30 kesên ji Kobanê wenda bûne
În 23 Hezîran 2023 - 00:13
- Saxfilitiyên ji Kobanê yên di keştiya penaberan de dibêjin, ew ji 35 kesên ji Kobanê tenê 5 in. Yanî 30 kesên din ên ji Kobanê yan mirine yan jî wenda ne. Rêveberiya Xweser heta niha gelek caran bang li welatiyan kiribû da ku nedin ser vê rêya mirinê.
VEDAT YELER/ATÎNA
Hefteya bihurî di behra nêzî Pylos a Yewnanistanê de ne dûrî girava Mykonosê keştiyeke bi sedan penaber tê de noqî avê bûbû. Di keştiyê de li gorî şahidan qederê 750 kes hebûn, lê ji van tenê 104 kes bi saxî filitîn. Wekî din 82 cenazeyên kesên di keştiyê de jî hatin dîtin. Yanî bêhtirî 500 penaber çi sax û çi mirî wenda ne. Tevî vê jî, bi sedan xebatkarên behriyeyên bi dehan welatan li 3 tûrîst û 2 muretebatên Tîtanê yên zengîn digerin, û kes li 500 penaberên wenda nagere. Ev jî belkî şikesta herî mezin a exlaqî nîşan dide ya ku li civaka me ya îro ketiye!
Rayedarên Yewnan dan zanîn ku ew ê nikaribin xwe bigihînin keştiya noqî avê bûye ya ku qederê 4 kîlometreyan li binê kûrahiya behrê de ye. Lê ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirina keştiya binê avê ya zengînan -bilêtên wê bi 250 hezar dolarî bûn - Tîtanê, hewldaneke neasayî ya welatan heye: Ew jî di kûrahiya qederê 4 kîlometreyan di binê behrê de wenda bû.
Bi dehan kesên ji Kobanê wenda ne
Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Rojava û bi ferzkirina ambargoya li ser Rojava, dike ku gelek kes ji warên xwe bibin. Gelek ji wan xwe digihînin bakurê Efrîkayê û bi rêya bi tehlûke ya di deryayê re hewl didin xwe bigihînin Ewrûpayê. Heta niha bi sedan ji wan di vê rêya mirinê de mirine yan jî wenda bûne. Vê carê jî bi dehan kesên ji Kobanê, mirin yan jî wenda bûn.
Pêvajoya penaberiyê ya 104 penaberên sax filitî dest pê kir. Nûçegihana AFP’ê Marina Rafenberg li bajarê Kalamata xwe gihand penaberan. Wê bi me da zanîn ku 35 kesên ji Kobanê di keştiyê de bûne. Di nava saxan de tenê 5 ji Kobanê ne. Yanî 30 kesên mayî yên ji Kobanê jî yan wenda ne yan jî mirine. Di nava saxfilitiyan de 42 kesên din ên ji Sûrî hene. Wekî din 43 kesên Misrî, 12 kesên Pakistanî û 2 kesên Filistînî jî sax filitî ne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, beriya niha jî ji ber ku di ser rêya mirinê ya ber bi Ewrûpayê ve gelek welatî miribûn, bang li xelkê kiribû da ku nedin ser vê rêya mirinê.
Rêya mirinê 4 pismamên wî kuştin
Em li kampa Malaksayê, bi Mihemed re peyivîn; ew ji Kurdên saxfilitî ye: “Me nezanî em bi ku ve diçin. Me alîkarî xwest.” Ew dibêje, 6 rojan ew di keştiyê de bûm û hejmara wan jî 750 kes bûye. Gava keştî noqî avê bûye jî, 3 saetan di behrê de mane heta ku “ewlehiya peravan” a Yewnan ew xilas kirine.
Ew dibêje, nava keştiyê bi serî ve tijî bû û dem hebû ku karibin bên rizgarkirin: “Av û xwarin nemabû. Çar pismamên min mirin. Lê wext hebû da ku me rizgar bikin”.
Ew dibêje, karê wan ê pêşî wê dîtina malbatan û wendayan be.
Berpirs “ewlehiya peravan” a Yewnan e
9 Misriyên saxfilitî, bi îdîaya “qaçaxçîtiya” mirovan hatin girtin. Di îfadeyên wan de derdikeve holê ku rola “ewlehiya peravan” a Yewnan heye felaketê de. Ev jî dike ku bi rengekî aktîf jî em karibin behsa komkujiyekê bikin. Raya giştî ya Yewnan jî bi tirs û fikar e ku ser vî sûcê li dijî mirovahiyê bê girtin.
Rojnameya Efsyn jî berê xwe dide hem îfadeyên wan û hem jî yên 6 Sûriyeyiyên saxfilitî: “Pirsên gelekî cidî hene li ser wê yekê ku ji bo ku rastiya bûyeran bê veşartin û ser berpirsiyariya giran a ewlehiya peravan bê girtin, îfade hatine hazirkirin yan jî yekser hatine texrîfkirin.”
Di îfadeyên destpêkê de ji “ewlehiya peravan” re saxfilitiyan xweş dikir. Lê di îfadeyên li dozgeriyê yên piştî bi 3 rojan de wan eşkere digot, “piştî destwerdana ewlehiya peravan keştî noqî avê bû”. Ev îfade jî bi îfadeyên saxfilitiyên din re li hev dike. Ew jî dibêjin ku werîsên ku ewlehiya peravan a Yewnan bi keştiyê ve kir, piştî ku bi carekê û bi lez keştî kişand kir ku keştî carekê diduyan ber bi her du aliyan ve biqulibe û paşê noqî avê bibe.
Delîl îşaret bi sûcê ewlehiya peravan dikin
Ewlehiya peravan a Yewnanistanê, tohmetên li dijî xwe red dike, lê delîlên heyî îşaret bi sûcdariya wê dikin: Ew bi xwe jî raporên bi nakok belav dike.
Îfadeyên şahidan hemû û delîlên li raya giştî eşkere bûne, nîşan didin ku berpirsiyarên komkujiyê ewlehiya peravan a Yewnan û Frontex a Yekîtiya Ewrûpayê ne. Şahid raporên bi nakok ên ewlehiya peravan a Yewnan jî li derewê diqelibînin. Ewlehiya Peravan girêdana werîs a bi keştiya penaberan ve pêşî red kiribû û paşê neçar mabû qebûl bike, lê îdîa kir ku keştî ne ji ber wê noqî avê bûye.
Ewlehiya peravê li ser “seyra rûtîn” a keştiyê jî derew kiribû. Lêkolînên rojnamevanan derxist holê ku keştî 11 saetan li dehma peravên Pylosê ketiye ber pêlên behrê û motorê wê êdî ne dixebitî. News 24/7’ê tesbît kir ku di van 11 saetan de yanî ji sêşema hefteya bihurî saet 15:00 heta piştî bi nîvê şevê yanî saet 02:00´a ber bi sibeha çarşemê gava keştî noqî avê bû, keştî li ber pêlên deryayê 3.3 mîlên deryayê çûbû. Yanî ewlehiya peravan a Yewnan eşkere derew kiribûn, gava gotibû, bi awayekî rûtîn keştiyê berê xwe dabû Îtalyayê.
Ewlehiya peravê wekî din tevî îfadeyên dibêjin, kamerayên roj û şevê yên li ser bota bi hejmar 920 bûyer qeyd kirine jî, îdîa dike ev kamera ji bo dîtina bûyerê bûne û wan qeydî nekiriye.
Frontexê li komkujiyê temaşe kir
Ajansa Ewlehiya Sînor û Peravan a Ewrûpayê, Frontexê bi xwe got, ti rola wê ya aktîf nebûye û ew tenê bi rola agahdarkirinê rabûye. Dîmenên ku wê parve kirine, nîşan didin ku ji beriya bi 13 saetan heta keştî noqî avê bûye, Frontexê lê temaşe kiriye. Frontex di berepaşşandina penaberan de bi roleke çalak radibe, lê di rizgarkirinê de îdîa dike ku ew tenê agahiyan dide. Herçî pirsên li ser rola wê ne, ew xwe li wan kerr dike. Di dîmenên Frontexê parvekirî de koordînatên cihê keştiyê hatine veşartin. Yek ji pirsên ew xwe li wan kerr dike, jî ka çima ser van koordînatan hatiye girtin e.
799 milyon ji kuştinê re 600 hezar ji rizgarkirinê re
Rojnameya Solomon di vê pêvajoyê lêkolîneke balkêş kir. Wê derxist holê ku ji 800 milyon euroyên Komîsyona Ewrûpayê ji bo kontrola sînor dide Yewnanistanê, tenê 600 hezar euro ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine bikaranîn. Yanî ji deh hezaran 7´ê (0,07 %) vî pereyî ji bo canê mirovan hatiye xerckirin.
Em ê komkujiyê efû nekin
Protestokirina komkujiyê li seranserê Yewnanistanê dewam dike. Nexasim li Atîna û Selanîkê nerazîbûn mezin e. Pêr sibehê gelek komên Yewnan çûn ber devê kampa Malakasa û pankarta li ser nivîsandî “Em ê van cinayetên em ji bîr nakin, efû jî nekin” hilgirt. Komê xwepêşandana xwe 4 saetan dewan kir. Polês gelek caran hewl da dest werde çalakiyê. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de jî xwepêşanderan slogana “No Borders, No Nations, Stop Deportation (Ne sînor, ne netewe, dersînorkirinê rawestîne)”. Wan bang li raya giştî kir da ku piştgiriyê bide penaberan.