Rêvebirê ofîsa UNHCR ya li New Yorkê Rufîn Menekdiwela ragihand ku ji serê salê ve zêdetirî 2 hezar û 500 koçber yan mirine yan jî winda bûne.
Rêvebirê ofîsa UNHCR ya li New Yorkê Rufîn Menekdiwela di civîneke Encûmena Ewlekariyê ya ji bo krîza koçberan ya li Derya Spî de hate lidarxistin de, axivî.
Rufîn da zanîn ku ji serê sala 2023’yan ve zêdetirî 2 hezar û 500 koçber ên ku hewl didan ji Derya Spî derbasî Ewrupayê bibin, mirine an jî winda bûne. Rufîn got ku ev hejmar li gorî sala borî, zêde bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN