Dîsa koçber li Egeyê xeniqîn

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 29 Tebax 2023 - 00:57

Li peravên Girava Lesbosê ya li Derya Egeyê, keştiyeke koçber tê de bûn, noqî avê bû. Li gorî agahiyan, 4 penaber di bûyerê de mirine û 18 penaber jî hatine rizgarkirin.

Ewlekariya Peravan a Yewnanistanê ragihand ku li peravên Lesbosê, ew bi hawara botekê ve çûne û ji ber ku bot noqî avê bûye, wan ji 22 kesên tê de 18 kes rizgar kirine, lê 4 kes jî di bûyerê de mirine.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, koçberên hatin rizgarkirin, birine bendergeha Lesbosê.

Rayedaran li ser sedema noqbûna botê û agahiyên têkildarî nasnameya kesên di keştiyê de bûn daxuyaniyek nedan.

Li Derya Egeyê Hezîranê bihurî keştiyeke ku tê de 750 koçber hebûn û ji Lîbyayê berê xwe dabû Îtalyayê, li peravên başûrrojavayê Yewnanistanê noqî avê bûbû. Qederê sed kesî hatibûn rizgarkirin, lê belê ji sedan cenazeyan tenê yên 82 kesan hatibûn dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.