Hêrs û kesera Avînar

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Adar 2025 - 16:15

  • Pirtûka bi navê “Avînar” a nivîskar Eqîde Tok, di sala 2023’an de ji çapxaneya Azadî gihîştiye ber destên xwînerên xwe. Pirtûk behsa jiyan û serpêhatiya gerîlayeke jin dike.

Nivîskar Eqîde Tok a ku bi çîroka penaberiyê dest pê kir, du cildên pirtûka bi navê “Di Siya Mirinê De Pişkivînên Jiyanê” nivîsiye. Li pey wê jî bi navê Avînar çîroka zarokek keç a ji nava karwanê penaberan berê xwe daye nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê, nivîsandiye.

Eqîde jî yek ji wan zarokên di nava wî karwanê koçberiyê de ye, sînoran derbas kiriye. Di temenê zarokatiyê de her dem xeyala wê ew bûye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne û vê çîroka koçberiya xwe jê re bêje. Dema ku Ocalan dîl tê girtin, biryara xwe ya tolgirtinê dide û bi xwe jî tevlî nava refê têkoşînê dibe. Wî xeyalê xwe yê ku wê ji Ocalan re vegota, di lênûsan de dinvîse dike du cildên pirtûka bi navê “Di Siya Mirinê De Pişkivînên Jiyanê.” Eqîde vê çelengiya jinek Kurd a ji wargehên destpêka mirovahiyê, li Botanê bi navê wê yê Avînar nivîsandiye û hinek caran jî cîh daye hinek rêzikên ji nava rojnivîska wê.

Hêrs û kesera Avînar

Dema ku Avînar piştî salan bi tecrubeyên gerîlayek gihîşt, berê xwe dide bakurê welatê xwe di wan riyên ku berî salan destê wê di destê dayîka wê de koçber bûye re derbas bûye, carek din derbas dibe. Ev rê gelek tiştan tînin bîra wê û ev yek bandorê li kûrahiya hestên wê dike. Li ser xala sînorê navbera bakur û başûrê welatê xwe rûdinê. Cihê ku jê re dibêjin kevirê Sineht û wek xencera yekê ya li ser dilê welatê wê ketiye di nava nivîsan û çîrokan de cîh girtiye. Ew kevir wek kêliyek sînor jî tê pênasekirin û gelek ciwanên mîna Avînarê li ser rûniştine, keserên kûr kişandine. Avînar tenê keserê nakşîne, ew çiqas bi bandor dibe ewqas jî bi hêrs dibe û bi wê hêrsê berê xwe dide qada cengê.

Xeyalên îro rastiya sibê ne

Beriya ku Avînar ji ser wî kevirî rabe van çend rêzikan bi rojnivîsa xwe re par dike: “Pêwîst e lêgerînên keçek penaber teng û erzan nebin. Di temenek biçûk de min ev yek fam kir û bi lêgerînên herî rast min bi Rêberê xwe û çiyayên xwe re hevdîtin kir. Niha jî berê min li rojê ye û ber bi rojê ve diçim. Ew roja min e, min pir dixwest bibînim û çîroka jiyana xwe jê re vebêjim. Ev her dem xeyala min e û bi gihîştina van xeyalan dijîm. Xeyalên îro rastiya sibê ne. Bi dîlgirtina Rêbertiyê re tevlîbûn çalakiyek bi wate ye. Niha çûyîna bakur jî gelek bi wate ye…” 

Bi hemû hêza xwe di çeperan de şer dike

Di pirtûka xwe ya bi navê Avînar de jî jiyana jinek ciwan a gerîla ku di cenga giran a Katoyê Jîrkan de şerkerek e, bi şerê xwe dijmin şaşwaz kiriye. Ew ji zarokatiyê ve diyar e wê li pey xeyalên xwe biçe heta eniya wê digihîje stêrkan bilind bifire. Dizane dê bigihîje asteke wisa ku dijminê jê re rêzê bigre û li ber mezinahiya wê çok deyne erdê.

Dema ku bi her du hevalên xwe Şaho û Qehreman re biryara xwe dikin yek û ji bo parastina hevalên xwe yên dinê sînga xwe dikin mertal, ew dikevin nava şerekî bê eman. Dema ku her du hevalên wê şehîd dibin, ew bi çeka xwe û ya her du hevriyan şer dike. Hem bi hemû hêza xwe şer dike hem jî çavên wê li çeperên her du hevalên wê ne û di bin çavan re şerkeriya wan a li hemberî neyaran dişopîne. Bi helwesta xwe ya milîtaniya Apoyî hêzê dide her du hevalên xwe yên ku pê re di heman aniyê de ne.

Şehîdek di nav qeliştokên Katoyê de

Beriya wê û hevalê wê Qehreman, despêkê hevalê wan Şaho şehîd dibe. Li ser çarlepan ji bo ku nebe hedefa guleyên dijmin xwe dighîne ber serê hevalê xwe Şaho, dibîne ku giran birîndar e. Hevalê xwe radike dide ser pişta xwe û wî digihîjîne nava şikeftek guncaw heta ku cihê wî hinek bi ewle dike dibîne nefesa xwe ya dawî daye û ruhê wî yê şad ber bi stêrkan ve firiyaye. Wî di nava qeliştokên kevirên Katoyê de vedişêre ji bo dijmin derdora wan bigre jî nebîne nû dev jê berdide, çeka wî digre û careke din li çepera xwe vedigere. Paşê bi çeka wî şer dike heta gule diqedin. Çeka hevalê xwe jî di qeliştokan de vedişêre ji bo ku tiştek pê neyê. Ew emaneta hevalê wê ye divê bê parastin û nekeve destên gemarî.

Paşê dibîne deng ji çepera hevalê Qehreman nayê, xwe diçemîne û dighîne çepera Qehreman. Dibîne ku ew jî bi Qehremanî şehîd ketiye. Weke hevalê xwe Şaho vê carê bi heman şêweyî hevalê xwe Qehreman jî di wan qeliştokan de vedişêre. Dema guleyên çeka hevalê Qehreman diqedin, wê jî bi heman şêweyî dispêre asêbûna Katoyan.

Şervanên ku li Katoyê Jîrkan dibin stêrk

Ew bi kîjan hestan dijî û ji bo parastina çepera berxwedanê kîjan hestan di hundirê xwe de digre? Ma gelo wendakirina hevalên li kêleka xwe kî dizane çiqas giran e? Tenê gerîlayek azadiya Kurdistanê derdê vê yekê dizane û kişandiye. Hem jî dema ku kom ji sê kesan be û pêşniyara ketina vê cengê ji hevala pêşeng Avînarê be. Her çend ew dizane xelasî nîne jî, di pey her du hevalên xwe de biçe lê dîsa jî ger ku deqe û kêliyek jî be, gelek û gelek giran e. 

Dawiyê di çeka wê de jî gule namînin. Dixwaze cebilxaneyek bikeve destên wê û li ser wan herdu hevalên ku li ber çavên wê çûn kerba dilê xwe birijîne lê ew tenê dibe xweziyek. Dîsa jî di dilê xwe de nahêle, ji ber dizane wê hevalên wan di dem û cihên cuda de tola wan bigrin.

Ji ber ku gule mîna baranê bi ser de dibarin û bi giranî birîndar dibe, nikare çeka xwe veşêre. Vê carê jî çeka xwe li keviran dide weke hevala Bêrîtan Hêvî heta çeka xwe perçe dike ji bo ku nekeve dest. Dawiyê narincoka xwe digre destên xwe û dixwaze bi xwe re komek din ji dagirkeran jî bibe. Bi wî awayî nefesa xwe ya dawiyê bi jêhatîbûn û cesareta lehengiyê dide. Ew bi berxwedanek li gorî heybeta Katoyan digihîje mertebeya nemir. Wateya av û agir a ku gihandiye hev û di kesayeta xwe de bi nasname kiriye, di wê çeperê de zêdetir dighîje wateya xwe.

NÛJÎNHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.