- Xelîl Elî yê ku sala 1999’an li Ranya Navenda Stran Mûzîk vekir destpêkê karê belavkirina berhemên hunerî dikir û bi demê re bû yek ji navenda herî dewlemend û mezin ya arşîva hunera Kurdî. Li Navenda Starn Mûzîk niha nêzî 2 milyon stran û kilîb têde hatiye arşîvkirin û parastin.
Arşîvkirina berhemên hunerî tê wateya zindîkirina çand û hunerê. Li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperîn Navenda Stran Mûzîk ji bo parastin û arşîvkirina berhemên Kurdî bûye navendeke herî girîng.
Xwendiyê Navenda Stran Mûzîk Xelîl Elî li ser kar û rola navendê axivî.
Xelîl Elî ewilê anî ziman ku dema wan dest bi kar kir, destpêkê stran bi renge sîdî (CD) belav kirin û got: “Me hewl da hemû ew berhemên hunerî yên têkilî bi deng û rengê ve heye bigihînin Ranya. Ev jî bû werçerxaneke mezin di warê teknolojî û şêwazê belavkirina karê hunerî de.”
Xezîneyeke pirr baş a Rojhilat û Bakur
Xelîl Elî diyar kir ku wan destpêkê weke karê bazirganî li vê dinêrî û wiha domand: “Pişte bi demê re li gorî heskirin û kêrkhatiyan, karê li Navenda Stran Mûzîk giha astekê bibe navenda arşîvkirina berhemên hunerî. Destpêka derketina kompîterê bû, me bi rengekî sade mijar hildibijart. Ji bo her hunermendekê me CD amade dikir. Ev yek bi demê re bû xizîneyeke ya pir baş ya berhemên Rojhilat û Bakur û beşên din yên Kurdistanê.”
Bi pêşketina teknîk û teknolojiyê re çi bandor li karê kir Xelîl Elî vê dibêje; “Li gel sîstema deng me hewl da girîngî bi dîmen jî bidin. Bi taybet dema klîb, deng û reng pêşketinên nû yên demê bûn. Me karî dîmenên malan bixin ser CD’yan. Her çendî ew dem pêvajoyeke giran jî be, divê me hemû dosya wergerandiba (comvert) paşê bixistina ser CD’yan. Ev yek me bi serketî kir.”
Weke bankaya stranan e
Xelîl Elî wiha domand: “Bi pêşketina teknolojiyê re me êdî karî hard bikirîn û hemû mûzîk û stranan li wir depo bikin. Ev yek jî ji bo parastinê qonaxeke girîng bû. Me karî ji bo her hunermendek dosyayek amade bikin. Hem agahî û hem jî behemên wî/ê tomar bikin û arşîv bikin. Ez dikarim bêjim nêzî 2 milyon stran li gel me hatiye arşîvkirin û weke bankeke ya stran û agahiyên ser hunermendan li gel me paristî ne.”
Ber bi rêya online ve…
Xelîl Elî destnîşan kir ku di seferên ji bo gund û bajaran de gelek kaset anîne û li Navenda Stran Mûzîk vegerandine dijîtal û bi kalîteyeke baş parastine û wiha pêde çû: “Em hewl didin pêşerojê Stran Mûzîk bikin navendeke ya elektironî ya pir baş. Niha bi rengê onlîne karê me dewma dike. Ev karê me ber bi tinebûnê ve diçe, heta çend navend mane û got: “Em ji ber bi rêya onlîne karê xwe dewam dikin, berhemên xwe digihînin Iraq û heta Ewropayê jî.” Herî dawî Xelîl Elî anî ziman ku gelek nîqaş û mijarên hunerî yên hunermedên Kurdistanî yên naskirî jî arşîv kiriye û li rojname û kovaran jî belav kiriye. ROJNEWS/RANYA