‘Demokrasî’ li hember dîktatoriyê!

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Tebax 2024 - 00:10

  • Galeriya Netewî ya Atînayê bi pêşangeha ‘Demokrasî’ belê dibe ser pêkûtiyên dîktatoriyê. Di berhêman de ku tên nîşandan nexasim jî dîktatoriya li Yewnanîstan, Portugal û Spanyayê tê nirxandin. 55 hunermend bi hafizeyeke dîtbarî bi serpêhatiyên li van welatan dadikevin.

Galeriya Hunerê ya Neteweyî ya Yewnanîstanê pêşangeheke bi navê “Demokrasî” li dar xist. Ev pêşangeh hewl dide li têkiliya siyaset û hunerê bikole. Nexasim jî rejîmên otorîter û demokratîk ên li Yewnanîstan, Portekîz û Spanyayê tîne ber hev û nîşan dide bê ka ev dewlet bi çi awayî ji rejîmên otorîter ber bi rejîmên demokratîk ve çûne. Ev pêşangeh yek ji wan pêşangehên herî mezine ku bi rêya hunerê bi van meseleyan dadikeve.

Galeriya Neteweyî ya Atîna ku li Yewnanîstanê dimîne li Başûrê Ewrûpayê bi rêya pêşangehekê têkiliya di navbera huner û siyasetê dinirxîne. Qederê 55 hunermend nêzî 140 berhemên xwe di pêşangeha bi navê “Demokrasî” de nîşan didin. Pêşangeh ew ê heya 2’yê Sibata 2025’an vekirî bimîne û ew ê xelk karibe here serdana van berhemên hunerî ku rasterast bi siyaseta hin welatan re têkilî datînin. Di nav van berhemên hunerî de tablo, poster, vîdeo û performans hene. Her wiha li kêleka van berheman konferanseka ku demokrasî û hunerên dîtbarî dinirxîne jî tê dayîn. Ji bilî konferansê filmek jî tê nîşandan ku ew jî dîsa bi mijara demokrasî, dîrok û hunerê dadikeve.

Pêşangeh her wiha li mefhûma demokrasiyê jî dikole. Piştî hilbijartinan li welatê weke Yewnanîstan, Porugal û Spanyayê çi qewimî, li paşxaneya hilbijartinan çi hebû tê nîşandan. Her wiha çalakî û protestoyên li van welatan pêk hatin, serpêhatiyên hevpar ku mohra xwe li dîrokê xistin jî dîsa bi rêya pêşangehê tê şirovekirin.

Pêvajoya ‘Metapolitefsî’

Beriya 50 salan li Yewnanîstanê dawî li dîktatoriyê hat û li welat demokrasî bi cih bû. Yewnanî ji vê pêvajoyê re dibêjin “Metapolitefsî”. Di ser pêvajoya Metapolitefsî re 50 sal buhirîn. Pêşangeh bi heman awayî berê xwe dide salên 1960 û 1970’an ên li Spanya û Portugalê. Ji lewma di navbera van salan de li van welatan jî dîsa pêvajoyeke weke Metapolitefsi qewimî bû û ev welat jî ji bin nîrê dîktatoriyê xelas bûbûn. 

Berxwedan, serhildan û hişyarî…

Kuratorê pêşangehê Syrago Tsiara ji bo pêşangehê got; “Ev pêşangeh li hemeber rejîmên otorîter lêgerîna azadiyê îşaret dike. Bi awayekî dîtbarî behsa azadiyên sivîl dike û têkoşînên li hember dagirkeriyê jî dinirxîne. Yanî di heman demê de şahidiya wan salan dike ev pêşangeh. Pêşangeh serdêran derdixe rêwîtiyekê û bi temayên weke ‘Berxwedan’, ‘Serhildan’ û ‘Hişyarî’ tiştekî nû raberî wan dike. Di çarçoveya pêşangehê de resm, poster, vîdeo, peyker, wêje, performans û gelek xebatên bi vî rengî tên nîşandan.”

Helwêstên hunerî û dîtbariya afirîner

Syrago Tsiara dide zanîn ku li dinyayê her çiqas demokrasi hebe jî hêza rastgir her diçe zêdetir dibe û vê yekê weke rewşeke talûke bi nav dike. Ji lewma ev berhemên hunerî beriya 50 salan çawa ku tesîra xwe li civakê dikirin îro jî bi heman awayî tesîrê li civakê dikin. Syrago Tsiara got; “Di van salên dawî de hema bêje li her derê destkeftiyên demokratîk ketin nav talûkeyekê. Di vê pêşangehê de jî helwêstên hunerî derketine holê ku tevlîheviya demên aloz bi afirîneriyeka dîtbarî tînin ziman. Hêza dîtbarî ya afirîner nihêrîn û asoyên nû bi xelkê re çêdike, ji lewma pêşangehên bi vî rengî gelekî girîng in.”

‘Demokrasî’ dide pey azadiyên sivîl

Di nav berhemên ku di pêşangehê de tên nîşandan herî zêde berhemên hunermendê Kolombiyayî Fernardo Botero ku wî bi şêwaza “Boterismo” çêkirine derdikevin pêş. Her wiha xebatên balkêş ên hunermendê Yewnanî Alexis Akrithakis jî di pêşangehê de cih digirin. Ji bilî van kesan xebatên fîgûratîf ên hunermenda Portugalî Paula Rego ku balê dibin ser zayendiya civakî û hêzê jî di nav berhemên pêşangehê de cih digirin. Pêşangeha bi navê “Demokrasî” bi berhemên xwe yên cur bi cur dide pey azadiyên sivîl û bi hunerê li nihêrînên azad ên nû dikole. Her wiha tesîra hunerê ya li ser civakê jî dinirxîne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.