Med TV û Sînemaya Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:50

FÎRAZ BARAN

Med TV yekemîn telewîzyona kurdî a navneteweyî ye. Di sala 1995an de dest bi waşenên xwe dike û digehêje hemû Kurdistanê û 77 welatan.

Hin navên girîng ên sînemaya kurdî di Med TVyê de dest bi xebatên xwe kirine.

Wek mînak Halîl Uysal (Dağ) yek ji damezrînerên Med TVyê bûye. Du salan li navenda telewîzyonê xebitiye. Piştre derbasî çiyayên Kurdistanê bûye û li wir Sînemaya Çiya ava kiriye. Gelek fîlm, klîb û bernameyên taybet kişandiye. Me berê  portreya Halîl Uysal parve kiribû. Binêre: https://kovarahuner.org/sinema/my-work-only-allows-internet-explorer-so-i-have-to-manually/

Navê din ê ku li Med TVyê fêrî xebatên televizyonê bûye Mehmet Aktaş e. Aktaş di Med Tvyê de bernameya bi navê “Ronahî” amade kiriye. Paşê derbasî cîhana sînemayê bûye. Ew dibe organîzatorê Festîvala Fîlmên Kurdî a Berlînê û Mitos Filmê ava dike. Di destpêka salên 2000î de ji bo ku cîhana sînemaya kurdî bîne cem hev, gelek hewl daye.

Fîlmên gelek derhêneran (bi taybetî Ghobadî û Ayşe Polat) li welatên Ewropayê weşandiye. Her wiha Aktaş gelek fîlman de wek senarîst û produktor jî cih girtiye.

Binevşa Bêrîvan jî di Med TVyê de dikeve cîhana televîzyonê. Paşê li Belçîkayê sînemayê dixwîne. Ew bi kurtefîlmên xwe ve tê nasîn. Di gelek festîvalên cîhanê de xelat wergirtine.

Binevşa Bêrîvan di sala 2023an de piştî xebateke dirêj yekemîn fîlma xwe ya dirêj a bi navê “La Vierge A L’enfant” amade kiriye. Ev fîlm qala pêvajoya tolhildana jinekê Êzidî dike. Bêrîvan di fîlmên xwe de hindikayan, jinan û pirsgirêkên siyasî re mijûl dibe.

Derhêner Kawa Akreyî jî di Med TV de xebitiye. Paşê dest bi kişandina belgefîlman dike. Belgefîlma wî ya dawî li ser endamên DAIŞê ye. DAÎŞiyên ku li zindan û kampên Rojavayê dimînin… Ev belgefîlm di sala 2023an de ji bo 11 zimanan hate wergerandin û li gelek welatên Ewropayê di televîzyonan de hatiye weşandin.

Ji bo sînemaya kurdî Ozgur Rayzan jî gelek montaj kiriye. Rayzan 17 salan di Med, Medya, Roj û Stêrk TVyê de xebitiye. Derhêneriya rêzefîlma “Kolanên Xeribiyê” û belgefîlma “Qralê Ar: Yilmaz Guney” kiriye. Rayzan montajê gelek fîlm, rêzefîlm û belgefîlman kiriye.

Fîlmên ku wî montaj kirine: Berf, Tîrêj, Fermiskên Ava Zê, Das Madalion, Eyna Bejnê, Rev û Rojbaş.

Rêzefîlmên ku wî montaj kiriye: “Karêbêkaran û Qolinç”.

Belgefîlmên ku wî montaj kirine: Dîroka Bi Agir, Karapetê Xaco, Kofî, Ahmet Kaya: Sirgûniya Welatê Baranê, Hesenê Ciwan û Jiyana Adil. Rayzan her wiha gelek klîbên navdar jî kişandine û herî dawî jî di nav amadekirina Festîvala Fîlmên Kurdî a Dusseldorfê de cîh girtiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.