Serê xwedawenda tipê Hygieia hate dîtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 25 Hezîran 2024 - 00:48

Yewnanîstana kevnar xwedawend û xwedayên xwe bi rêya peykeran nemir kirin. Gava ev tişt kirin bi awayekî kubar kirin. Hin ji wan peykeran hatin şikestin û hebûna xwe bi parçeyan be jî didomînin. Her wiha gelek ji van peykeran jî yan winda ne yan jî veşartî mane di bin kavilan de. Ji lewma arkeologên ku di vî warî de xebatan dibin serî her roj parçeyên peykerekî nû dibînin û bi vî awayî van berhemên hunerî temam dikin. 

Di van demên dawî de li bajarê antîk ê Laodikya ku li Denizliya Tirkiyeyê dimîne, seriyê xwedawenda bi navê Hygieia hate dîtin. Hygieia xwedawenda paqijî û tenduristiyê bû. Ji xwe peykerê bavê Hygieia Asklepios jî dîsa li herêmê hatibû dîtin ku ew jî yek ji xwedayên tipê tê zanîn. Seriyê peykerê Hygieia beriya 2100 salî hatiye çêkirin.

Arkeologên ku di derheqê mijarê axivin gotin; “Peykerê Hygieia di serdema Helenîstîk a Dereng de, bi şêwazeke klasîk hatiye çêkirin. Hebûna van peykeran a li bajarê antîk Laodîkya nîşaneya dibistanên tipê ye. Bi saya van peykeran em pê derdixin ku li vir bijîşkên girîng mezin bûne. Her wiha hebûna nivîskar û bijîşk Strabon a li vî bajarî jî di warê tenduristiyê de gelek tiştî piştrast dike. Peykerên ku hatine dîtin bi hostetiyeke bêhempa hatine çêkirin û qelîteya wan a hunerî jî gelekî baş e.”

Mezelê xwedawenda Hygieia hîna jî nehatiye dîtin. Lê ji bo were dîtin arkeolog dixebitin û ew wisa texmîn dikin ku Hygieia xwedawendeke bêhempa ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.