Herî kêm 11 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 00:52

Li peravên başûr ên Myanmarê, keştiyek ku barekî giran lê bû û nêzî 30 kes tê de bûn, noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku herî kêm 11 kes mirin, yên din jî winda ne. Rahîbekî Bûdîst ê ji gundê Kyauk Kar ê li herêam Tanintharyi ya li başûrê Myanmarê daxuyaniyek da AFP'ê û diyar kir ku sibeha Yekşemê 10 û roja Duşemê jî cesedek dîtin. Rahîb got, "Keştî êvarê saet di 9.00 de ji gund veqetiya, ku ev yek saeteke gelekî dereng bû. Barê xwe zêde bû û noqî binê avê bû." Heman çavkanî diyar kir ku di keştiyê de zarok û ciwan hebûn ku piştî betlaneya du hefteyan vedigeriyan Myeikê ku dibistanên wan lê ye. Li Myanmarê ji ber kêmasiya di binesaziyê û sistbûna ewlekariyê, qezayên keştiyan gelek caran rû didin. Keştiyên li peravê û li nava çem diçin bi giranî barê wan zêde ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.