Berpirs hikûmeta Herêmê û Îran e

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:39

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê têkildarî binavbûna keştiya koçberan a li peravên Îtalyayê, daxuyaniyek nivîskî weşand û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û wiha got:“Mixabin di wan rojên derbasbûyî de li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bû û hejmarek Kurd jî di nav de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, sebr û aramiyê ji malbat û kesûkarên wan re dixwazin. Di heman demê de berpirsên sereke yên mirina wan ciwanên Kurd, hikûmeta Herêma Kurdistan û dewleta Îranê ne. Ji ber ku bêkarî, gendelî, pirsgirêkên aborî û zehmetiyên jiyanê wan neçar kiriye ku riya mirin û pêlên deryayê ji bo gihîştina jiyaneke nû û aram hilbijêrin.

Erka hikûmetê dabînkirina jiyana xelkê û vegerandina aramiyê û garantiya siberojê ye ku xelk bikaribe li welatê xwe bijî û di bin şert û mercên asayî û yasayî de jiyan bikin û neçar nemînin ku riya mirinê hilbijêrin. Careke din em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, em êş û azarên mezin ên malbatên qurbaniyên vê bûyera diltezîn parve dikin!”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.