Filmê The Lady

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:55

NÛJINHA / LEYLA CAHÎDE

Fîlmê The Lady ku di sala 2011’an de hat weşandin, derhêneriya wê ji aliyê Luc Besson ve hatiye kirin, behsa çîroka yek ji jinên pêşeng Aung San Su Kyi ku li welatê xwe Myanmar dixwest têkoşîna demokrasiyê bide meşandin dike. Çîroka ku di fîlm de behs tê kirin çavkaniya xwe ji çîrokên rast digre.

Di fîlm de behsa darbeya leşkerî ya ku di sala 1962’an de hat kirin dike. Di wê demê de Aung San Sun kyi hê zarokek biçûk bû, bavê wê leşker bû. Piştî ku bavê wê ji aliyê cûntaya leşkerî ve hat kuştin, Suu Kyi welatê xwe terikand, di sehneyên piştre de em wê di temenê gihayî de dibînin. Di fîlm de sehneyên piştî bavê wê tê kuştin, pêvajoya  çûyîna wê ya Îngîltereyê, li wê derê xwendin û zewaca wê bi awayekî lezgîn tê hûnandin.

Çîrok bi mirina dayika Suu Kyî digihîje qonaxek din. Piştî mirina dayika xwe ji bo merasîma cenaze diçe welatê xwe. Lê belê di wan deman de li welatê wê şerê navxweyî heye, xwendekar û alîgirên demokrasiyê li dijî rejîma leşkerî serî hildidin, bandorê li pêşengê çîrokê dike. Daxwazên ji bo cihgirtina di nava tevgerê de qebûl dike, ji bo sîstema rejîma leşkerî li welat bi dawî bibe dest bi têkoşînê dike. Ji bo rêxistinkirina gelên cuda li welat digere. Di hilbijartinên giştî ku cara yekem li welat tên lidaxistin de, ji Partiya Yekitiya Neteweyî ya ji bo Demokrasiyê dibe namzeda serokatiyê. Di sala 1990’an de tevî ku partiya wê qezenc dike di dika leşkerî de wê mehkumî girtîgeha malê dikin. Di sehneyên cuda yên fîlm de em dibin şahidê pêvajoya 15 salan a Suu Kyi ya girtîgeha malê de ye. Di wê pêvajoyê de merasîma xelatgirtina Nobel ya Aştiyê, li dijî rejîma leşkerî meşa ku weke şoreşa Safran tê binavkirin serhildana rahîbeyên Budist heye. Fîlm heta sala 2010’an Suu Kyi tê berdan berdewam dike. Ji aliyê lîstokvan Michelle Yeo ve bi performnasek baş Suu Kyi zindî kiriye, The Lady hem têkoşîna li dijî rejîma faşîst û hem jî li dijî zayendperestiya civakê pêşkêş dike, fîlmek hêjayî temaşekirinê ye.    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.