Ji bo jinê bi Kurdî JINBÛN

Nûçeyên Jin

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:30

  • Pispora nexweşiyên jinan Serxwebûn Perwîn: Ez bawer dikim di demeke nêz de ev rûpela me wê bibe mîna platformeke axaftin û xwe fêmkirinê jî. Ji ber ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê bandoreke mezin li ser derûnîya mirovan dikin. Derûnî jî bandorê li tenduristîyê dike!

DÎLAN KARACADAG

Serxwebûn Perwîn pispora nexweşî û siheta jinan e. Wê li ser Instagramê hesabekî bi navê “JINBÛN”ê ve kir û li ser nexweşiyên jinan, mijarên jînekolojiyê û meselyên din ên jinan elaqedar dikin, bi Kurdî agahdar dike. Wê her wiha li ser mijarên ku hîna jî di nava civaka Kurd de weke tabû tên dîtin, vîdeoyek jî amade kir û weşand. Em bi bijîşka jinekolog Serxwebûn Perwîn re peyivin, ka ev fikr ji ku pê re peyda bû.

Di çanda Kurdan de behsa nexweşiyên jinan yan jînekolojiyê û yên wekî wan nayê kirin. Gelo sedema vê çi ye?

Li gorî min du sedemên esasî hene. Yek ji wan dîn e, ya din jî sedema civaka mêr lê serdest e. Gelek mirov vê mîna "çand"ê dibînin, lê ma di çandê de nexweşiyên veşartî, şerm an nayên gotin, gelo hene? Xwiya ye pirsgirêk hebekî bi mejiyê mêrantiyê ve jî girêdayî ye. Perwerde û perwerdekirina seresere jî dibe ku sedemeke din be.

Çi mêr û çi jin, dibe ku ev ji bo herduyan lê be; bi pirranî jî ji bo jinan.

Jin divê xwe veşêre. Jin divê "emelxweş" xwe nîşan bide, jin divê serê wê di ber wê de be û wekî din. Ev jin, çawa dikare eşkere û rast behsa pirsgirêkên xwe yên di zayendîtiya xwe de, di laşê xwe de bike? 

Pirsa girîngtir ew e, ka em çawa dikarin li hember vê yekê bisekinin? Em çawa dikarin dayik, xwişk, pismam û xaltiya xwe ronî bikin? Divê bav, bira û mêrên malê jî derbarê pirsgirêkên me de ronî û agahdar bibin.

Gelek Kurdên li Elmanyayê, dema behsa nexweşiyan dikin, têgehên Elmanî bi kar tînin. Çima wisa ye? Gelo bi Kurdî jî em nikarin wan îfade bikin?

Termînolojiya bijîşkî, bi pirranî ji termên latînî pêk tê, her zimanê cihanê van gotinan ji Latînî digire û li zimanê xwe tîne. Ji ber vê yekê; gotinên bijîşkî di Kurdî de carna bi Inglîzî, carna jî yekser bi Latînî têne bikaranîn.

Halê hazir, lîteratura bijîşkî ya bi Kurdî pirr kêm e. Lewma divê em ji xwe bipirsin ka çima wisa ye? Çima bi mejiyê hineke din difikirin û diafirînin? Ez wisa difikirim ku dîroka me ti carî firsend nedaye me ku em demeke dirêj bi zimanê xwe biafirînin, binivîsin û zimanê xwe bikin zimanê perwerdê. Ev encama dîrokeke bindestiyê ye.

Ev cara ewil e ku rûpelekî instagramê behsa nexweşiyên jinan dike. Ev fikir çawa peyda bû?

Vê hewcedarîya bi zimanê Kurdî yê bijîşkî, bi salan e ez diêşandim. Hîna ez 6 salî bûm, ez mecbûr dibûm ku di her çûna bijişkê dayika xwê de bi dayika xwe re biçim û ez fêrî wergera Elmanî-Kurdî bûm.

Piştî kû min xwendina xwe qedand û hedî hêdî dest bi karê xwe kir, ez weke ku li 6 salîya xwe vegerîyam. Her roj ez bi gelek jinan re dipeyivîm û ew di dema xwe ya zarokanînê de bûn. Gelek jinên Kurd dihatin, û wan bi Elmanî nedizanî.

Ji ber vê yekê rojekê, dema ku min xemgînîya xwe ji hevalên xwe re got, min biryar da ku ez li ser vê yekê tiştekî bikim. Ev tişt divê alîkariya jinên Kurd bike û lîteratureke bijişkîya jinan jî ava bike. Ez hêvî dikim ku bijişkên me yên Kurd di warl pisporîya xwe de wisa bikin.

Bi JINBÛN´ê tu nexweşiyan bi kurdî rave dikî. Tesîreke vê ya çawa çêdibe?

Min dest pê kir, lê ez hêvîdar im ku canik û camêrên din jî tevlî vî karwanî bibin û vê valahîya mezin em bi hev re nehêlin. Hesabekî Instagramê ne bes e, lê wekî gava yekem ji bo me ev rêyeke rast e.

Heta niha gelo jin yan jî bi giştî xelkê reaksiyoneke çawa nîşan da?

Tenê bersivên erênî. Em ji derve gelek piştgiriyê distînin, ev jî min gelek kêfxweş dike. Ez bawer dikim di demeke nêz de ev rûpela me wê bibe mîna platformeke axaftin û xwe fêmkirinê jî. Ji ber ku gelek pirsgirêkên tenduristiyê bandoreke mezin li ser derûnîya mirovan dikin. Derûnî jî bandorê li tenduristîyê dike! Di demeke kin de kesên me dişopînin nêzç hezarî bûn. Hîna her kes bi awayekî pirr rehet ji me re nanivîse û me naşopîne, lê em dizanin ku em ê roj bi roj mezin bibin.

Heta niha tu tenê wêneyên ravekirinê parve dikî.Gelo projeyên din jî hene?

Erê, em ji bo kanaleke YouTube jî planan dikin û amadekarîyên me hene. Heta hingê, em ê bi rêk û pêk postên xwe dewam bikin.

Armanca te ya sereke çi ye?

Em jin, dayîk, xwîşk û xaltîkên xwe yên Kurd bi Kurdî, bi zimanê xwe yê zikmakî li ser pirsgirêkên xwe perwerde bikin û der barê nexweşiyên, dibe ku me hemûyan alaqeder bikin, agahdar bikin.

Em dixwazin mijarên mîna tabû tên dîtin jî di nav civaka xwe de ji holê rakin. Jin divê ji nexweşiya xwe şerm neke da ku karibe bahsa wê bike.

Divê em xwe bi pêş bixin û xwe perwerde bikin, ji nûjenbûnê netirsin. Lê ji kerema xwe bi Kurdî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.