Ji bo çi Silêmanî bêdeng e!

În 12 Mijdar 2021 - 23:42

  • Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê a Başûrê Kurdistanê, bi beşdariya gelek welatiyên Silêmaniyê vê hefteyê jî li taxa Çar Çira kom bû û daxwaza eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî kir.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê a Başûrê Kurdistanê, bi beşdariya gelek welatiyên Silêmaniyê vê hefteyê jî li taxa Çar Çira kom bû û daxwaza eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî kir. Komîteyê bi daxuyaniyekê bang kir û got; “Ka kujerên şehîd Şukrî, ji bo çi hûn bêdeng in?”

Di 17’ê Îlona 2021’ê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Ev 58 roj in di ser şehîdkirina Şukrî Serhed re derbas bûne. Lê hîna jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin, wê werin eşkerekirin jî bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû, heta ku kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakiyê li dar bixin.

Doh jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê di hefteya şeşem de careke din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kom bûn, û çalakiyek li dar xistin.

Li cihê bûyerê, daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Şehîd Şukrî, jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê kir xelat. Ev 57 (îro 58) roj in bi ser şehîdkirina şehîd Şukrî re derbas dibin, lê heta niha derbarê kujeran de ti agahiyek nehatiye belavkirin. Maneya vê êrişê ew e ku her kesê ji bo azadiyê têbikoşe, jiyana wî di metirsiyê de ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em ji saziyên ewlekariyê, berpirs û rewşenbîrên herêmê dipirsin, ka kujerên şehîd Şukrî? Ji bo çi hûn belgeyan li raya giştî eşkere nakin, ji bo çi xelkê Silêmaniyê bêdeng e?”

Komîteya Malbatên Şehîdan ragihand ku ew ê heta kujerên şehîd Şukrî werin cezakirin, her hefte roja înê çalakiya xwe dewam bikin.

ROJNEWS/SILÊMANΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.