Ji bo beheqiyê bikin 9 dozger guhertin
În 12 Mijdar 2021 - 23:45
- Dozgerê têkilî doza qetilkirina Şenyaşaran cara 9'an hate guhartin.
Dozgerê têkilî doza qetilkirina Şenyaşaran cara 9'an hate guhartin. Wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî Adil û Celal Şenyaşar û bavê wan Hacî Esvet Şenyaşar, li Nexweşxaaneya Dewletê ya Pirsûsê qetil kirin.
Dozgerê 7'an ku beriya niha li dosyayê dinihêrî, têkilî bûyerên li nexweşxanê tespît kiribû ku li nexweşxanê 23 kesan êriş biriye ser malbatê, piştî vê dozger hatibû guhertin. Dozger Mehmet Alpaydin ku beriya bi 3 mehan dosya dewr girtibû, 45 rojên vê demê bi iznê derbas kiribûn.
Li dijî neheqiya dewleta Tirk Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê di roja 250´î de digirin.
RIHA