Jenosîda Êzidiyan nas bikin!

Duşem 5 Tebax 2024 - 02:35

JIYAN XELÎL

10 sal di ser Fermana Şengalê re derbas dibin. Hingî çeteyên DAIŞ’ê ji Mûsilê berî da Şengalê û komkujiyeke hew jê mezintir anî serê civaka Êzidî. Wê çaxê xelkê Şengalê, pişta xwe bi 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê gerim kiribû, lê belê di şeva êrîşê de bi fermana Mesûd Barzanî xwe ji Şengalê vekişandin û Êzidî bi tenê hiştin. Ev bû sersebeb ku 400 hezar xelkê Şengalê koçber bibin û bêtirî 6 hezar kesî, bi piranî jin û zarok bi destê DAIŞ’ê werin revandin. Bi hezaran jî li Şengalê hatin kuştin. Di wexteke wiha de Gerîlayên PKK’ê ji çiyayên Kurdistanê û şervanên YPG’ê ji Rojavayê Kurdistanê, bi hawara Êzidiyan ve çûn. Bi vê destwerdanê re civaka Êzidî ji qirkirinê hat rizgarkirin. Li bara vê mijarê de, me Hevpeyvînek li gel Hevseroka Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nalîn Reşo re çêkir.

Xwestin koka gelê Kurd qir bikin

Li ser pirsa hestên we çibûn di dema ku fermanê dest pê kir, Nalîn Reşo diyar kir ku bi vê komkujiyê re, çeteyên DAIŞ’ê dixwest koka gelê Kurd qir bikin, lewra êrîşî Êzidiyan kir û got “Komkujiyeke ne ji rêzê bû. Dixwestin ola me kevnar û dîrokî tune bikin û pê re koka Kurdan biqelînin. Ev ne êşa xelkê Şengalê tenê ye, ya tevahiya gelê Kurd e. Vê kokujiyê mirovahî bi tevahî êşand”. 

Em xwedîderketina gerîla jibîr nakin

Nalîn Reşo di berdewamiya axaftinên xwe fermana 3’ê tebaxê wekî jinosîd nas kir û bi lêv kir ku “divê raya giştî ya navneteweyî vê jinosîdê nas bike. Divê mafê xelkê Şengalê were bidestixstin. Armanca wan a sereke qirkirina Êzdiyan bû, lê pêkhateyên din jî wekî Ereb û Suryan jî hatin kuştin”.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê qala xwedîderketina gerîlayên PKK’ê li Şengalê kir û got “em qet daketina Gerîla ji çiyayan û xelaskirina Êzidiyan ji bîr nakin. Xwîna wan a ku li wir hat rijandin ji bîra me naçe. Bi hêz û berxwedana wan, bi fikira Rêber APO civaka Êzidî ji qirkirinê hat rizgarkirin

Çete dixwazin jinan bitirsînin

Nalîn Reşo behsa kar û xebatên Mala Êzidiyan jî kir û eşkere kir ku di 2012’an de ev mal bo êzidiyên Rojava hat avakirin. Bi gotina wê, di dema ku fermanê dest pê kir û şervanên YPG’ê korîdora mirovî vekir, wan li kêleka hêzên leşkerî û hemû saziyên Rêveberiya Xweser hemû pêdivî pêşkêşî xelkê Şengalê kirin û ew bi cih kirin. Her wekî da zanîn ku vê gavê jin û zarokên ku bi destê hêzên leşkerî û ewlekariyê yên Rojava tên rizgarkirin, Mala Êzidiyan wan dighîne malbatên wan li Şengalê û eger alîkdariya derûnî bo wan pêwîst be, pêşkêş dike. Reşo bal kişand ser xaleke girîng jî û got “çeteyên DAIŞ’ê jinan ditirsîne û dixe serê wan ku eger vegerin cem malbatên xwe wê werin kuştin. Heta dîmenên kuştina jinan çêdikin da ku wan bixapîne. Lê belê wexta tên rizgarkirin û danûstandineke mirovî dibînin û dighêjin malbatên xwe, êdî rastiyê bi çavên xwe dibînin û kêfxweş dibin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.