Îxanet bi hingiv nayê pêçan

Nûçeyên Forum

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 02:55

BAHATTÎN SEMSÛR

13’ê Tebaxê, di nûçeyên nîvro de, di kanala K24 a Mesrûr Barzanî de rojevek balkêş hebû. Pêşkeşvanê bernameyê weke ku pir ber mêşvana dikevin, mijara hingiv, weke mijareke esasî girte dest û bi mêşvanan/hingivwanan ve nîqaş kir. Helbet keda mêşvanan hêja ye, tu kes naxwaze zerer bigihê wan, ev derveyî nîqaşê ye. Lê ya niha li Behdînan bi giştî dagirkeriya Tirk di qadeke fireh de baregehên xwe çêkirine. Ji 3’ê Tîrmehê û vir ve bi sedan caran bi balafirên şer û balafirên keşfê, tank, top, bombeyên kîmyevî, bi her cure çekan ve êrîş pêk anî. Di encama van êrîşan de jî di gelek qadan de dar û daristan tevî ajalên di nav de hatin şewitandin. Me bi baldarî nûçe guhdar kir. Pêşkeşvanê nûçeyan bi hingiv dest pê kir, bi hingiv xilas kir. Ew şer û şewat çawa zererê dide mêşvanan, dirêj dirêj îzah kir. 

Di vî şerî de êrîşkar ki ye, dagirker kî ye? Yê ku dar û daristanan, ajalan dişewitîne kî ye? Yê ku nahêle gundî biçin cihên xwe, gundan vala dike, bomberdiman û topbaran dike kî ye? Qet ne pirsî. Ji serî heta dawî got şerê PKK'ê û Tirkiyê. Welatparêzekî me, beriya niha bi çend salan derheqê hin kesên ku ji Kurdistanê qut bûne, di metropolên Tirkan dijîn de nirxandinek kiribû. Digot, “hin kesên ku ji Kurdistanê qutbûyî, dixwazin li metropolan jiyanekî ava bikin.” Ev mijar jî dişiband bûyereke cuda. Bûyer jî wisa bû; “şivanek li ber pezê xwe bûye. Çend gur di carekî de êrîşî şivan dikin. Şivan jî bêhemdî xwe direve û li ber kendalekî disekine. Li pişt xwe dinêre, wan guran devê xwe vekirine, dikin wî parçe bikin. Li jêr dinêre, darek heye. Dibêje li şûna ku gur min parçe bikin, xwe tavêje jêr. Cilê wî bi darê ve dialiqin. Li jorê guran devê xwe vekirine dizûrin, lê nikarin xwe bigihêninê. Demekî li şivan temaşe dikin. Ew şivan li jêr dinêre ku hemû kevirên tûj in û di nava wan de jî mar hene. Dinêre ku mişk jî rayê darê dikeritînin. Li jor gur li benda wî ne, hê neçûne. Şivan li derdora xwe dinêre, nêzî koka darê de kuneke hingiv heye. Dema ku hingiv dibîne, teliya xwe lê dipalîne û hingiv dixwe.” Wî welatparêzî got ku, rewşa hin kesan bi vî rengî ye. Yanî Kurdistan diçe, di metropolan de Kurdbûn dihele, qet ne xema wan e. Bi dûv karekî ku zikê xwe têr bike ketine. Bi wê re mijûl in. 

Em cardin werin ser nûçeya hingivê K24’ê. Dagirkeriya Tirk a qirker, bi dagirkeriya Iraqê re û bi malbata Kurdkuj, welatfiroş a xayîn Barzanî re peyman çêkirine ku heta Mûsil bigirin. Ji niha ve ku mirov li ser nexşeyê baregehên dagirekeriya Tirk û qadên ku lê seytere danî binêre, armanca wan bi zelalî xuya dike. Ji xwe ew jî vê venaşêrin. Ewweliyeta vê jî heye. Dagirkeriya Tirk, rexmî ku Peymana Lozanê îmze kirin jî, lê tu caran Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê jî di nav de, ew qad bernedan, her tim aîdê xwe dîtin. Tûrgût Ozal ê serokomarê dagirkeriya Tirk, dema ku Şerê Kendavê dest pê kir, wê demê jî hewildanên wî yê vê hedefa xwe pêk bînin kire rojev. Lê ji ber ku li hev nekirin, bêencam ma. Kujerê gelê Kurd Tayîp Erdogan, di civîna Neteweyên Yekbûyî de, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi giştî Rojava jî di nav de, her wiha nexşeyeke ku Mûsil û Kerkûk jî di navê de bûn nîşanî her kesî da û armanca xwe ya dagirkirina wan herêman anî ziman. Di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî dixwaze li gorî xwe fersendan bi kar bîne.

Di rewşeke wisa de ku Kurdistan bi giştî, statuya Başûr jî tê de di nav metirsiyekî de ye, li şûna ku stratejî û hesabên dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên li Başûr teşhîr bikin, PKK sûcdar kirin; li şûna ku malbata Barzanî çawa xûlamtiya dagirkeriya Tirk dike, ji wan re rê çêdike; miriyên wan ji eraziyê kom dike, îstîxbarata gerîla dide, aşkere bike; sedema zerer û ziyanên gelê me bi PKK'ê îfadekirin tê çi wateyê? Îxanet, sûcê mirovahiyê yê herî mezin û qirêj e, tahl e. Kanala K24 dixwaze bi hingivê Kurdistanê yê şîrîn, qirêjî û tahliya îxaneta malbata Barzaniyan û dagirkeriya Tirk binixumîne. Lê qirêjî û kirêtiya vê îxanetê û dagirkeriyê êdî ewqasî aşkere û beloq bûye ku hûn hingivê Behdînanê tevî bi ser dakin, nikarin binixumînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.