Planên dagirkirinê yên Tirkiyeyê
Duşem 18 Mijdar 2024 - 02:05
Siyasetmedar Elî El Emîn têkildarî gefxwarina dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn Tirkiye hewl dide dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike û got:"Tirkiyeyê heta niha rasterast nîvê sînorê rojavayê Firatê kontrol kiriye û heta niha kariye beşeke mezin a planên xwe yên kolonyalîzmê pêk bîne. Ew niha li bendê ye ku rejîma Esed jê re erê bike da ku sûcdariya dagirkeriyê ji ser xwe rake."
Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di van çend rojên borî de gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê xwarin. Siyasetmedarê sûriyeyî Elî El Emîn der barê vê mijarê de axivî.
El Emîn wiha pê de çû: “Tirkiyeyê heta niha rasterast nîvê sînorê rojavayê Firatê kontrol kiriye û heta niha kariye beşeke mezin a planên xwe yên kolonyalîzmê pêk bîne. Ew niha li bendê ye ku rejîma Esed jê re erê bike da ku sûcdariya dagirkeriyê ji ser xwe rake.”
Tirkiye dixwaze dagir bike
El Emîn her wiha got: "Tiştê balkêş di vê mijarê de ew e ku Tirkiye baş dizane ku hevdîtina bi Esad re dê tiştekî neguhere, Esed bi ti awayî nikare bersivê bide Tirkiyeyê, ji ber ku tevgerek bi vî rengî tê wateya rû bi rûbûa bi Emkerîkayê re, Tirkiye jî vê yekê dizane, dizane ku bersiva Esed wê neqebûlkirin be, ji ber ku Esed bê hêz e, ne ji ber şert û mercên wî yên pêkenok, wek vekişîna Tirkiyeyê ji Bakurê Sûriyeyê, ku ev qet çênabe. Tirkiyeyê dixwaze daxwazên xwe yê hevdîtinê û neqebûlkirina rejîmê bike hincet da ku êrişeke dagikeriyê li dijî bakurê Sûriyeyê pêk bîne û nêzî 40 hezar kîlometre çargoşe axa Sûriyeyê dagir bike."
Ev mijar xeternak e
El Emîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev mijar xeternak e û ne dûr e, bi taybetî piştî hatina Trump a ji bo serokatiya Emerîkayê. Ev dema beriya ku Trump dest bi kar bike wek derfeteke rasteqîn e ku rejîma Tirkiyeyê êrişên xwe li ser axa Sûriyeyê pêk bîne, ev tişt yekbûna xaka Sûriyeyê dixe xetereyê û dê vî welatê birîndar bêhtir tar û mar bike."
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN