Geliyê Tiyarê

Nûçeyên Forum

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 00:46

OSMAN KAPAN

Dem û dewranên bahozî li pey me mane, wê hîn bimînin jî, tofanên mezin bi şûn ve tên, wê werin jî. Her bahoz me ber bi biraheke nû ve dibe, da em xwe li ber tofanên ecêb nedîtî bigirin. Carina keştî ya Nuh li ber ya me dibe kelek! Lewra tofanên me mezintir in…

Ji ber wê ye lehengên me jî mezin in. Ma ku lehengên me ewqasî ne mezin bûna wê bikarîna xwe li ber topên xezebê bigirin? Ku her yek ji wan biqasî teqîna volkana Etna yê ye. Lê ew bi vîna xwe ya xurt, baweriya ji pola, giyanê di gerdana xaka Mezra Botan de gewre dike. Tovê ku bi hezarê salan winda bûyî ji nû ve şîn dikin. Bi ilim û emel Zerdeştê kal, Lala Mansûr in, aştîxawazin wekî Manî yê Med î. Lê li hember xêrnexwaz û şerxwazan Gurzê Rustemî, şurê Babekê Kurd in. 

Keçên xame keziyên xwe hunan, bis bi ser rûdêna sor gulî de berdan, xwe sipartin hembêza çiyayên pîroz û îro dergevanin. Hina sitirihayî hiştin di teştê de û gotin dema me xatir xwest, tenê ser keziyên me sor bikin û bispêrin axa pîroz! Xortan ehd li xwe dan û ketin rê. Mil dane milê keçên xame yên ji nû ve tilmizî, li kozika kolanê, meydana şêrgeleyan ku cihê man û nemanê ye û bi hev re gotin: “An Azadî,an azadî“.  Ligel zanîbûn mirin jî heye di vê rê de, armanca wan tim jiyan bû. Lewra di mirinê de jiyan di afirandin. Bi hêz bûn ji kevneşopiya xwe, ji nû ve diafirandin bermahiyên dîrokê, li devera reseniya jiyanê. Tovê şirîkatiya gelan direşandin û bi xwînê av didan, lewra xwedayên demê bedel dixwest…

Sal 2011,meh 22-24 Cotmehê li Geliyê Tiyarê Fermandar Rûken Bîngöl (Sevcan Algünerhan) jî di nav de ligel berxwedaneke bêhempa û şerekî giran, dagirkeran wekî her car rû yê xwe yî bi gemar dertxistin holê, çeken kîmyewî reşandi li ser lehengên vîn ji pola û sîh û şeş leheng tevlî karwanê nemiran bûn. Wê rojê Kîmyasala bi bêhna sêvan reşandin, li Helpçê jî heman bêhn bû. Ew kîmyasala ku reşandî ewqasî bi bandor bû,piştî bûyerê bi hefteyekê kesek çû cihê bûyerê, ew jî şehît ket. Di wê kêliya barandina kîmyasalê de ji sîh û şeş lehengan yekî zêmarek di nahurand:

Sîh û şeş Leheng

Xumam e / Mij sor e/ Ezmanê bê ewr /Bêhnê dibarîne / Bê ewr baran nabe/ Na, ne baran e bêhn e /Barana mirinê / Bê ewr dibare /Bênê negirin hevalno / Bêhn pêçana mirinê ye!/Ji wê rojê heya îro/ Roja Helepçê /Dîsa ji ezmanê bê ewr/Bêhna sêvên riziyayî barî bû/ Pêşî bêhna sêvan/ Piştire hemû fêkiyên lanet/ Vereşiyam / Zaroka nava min mir / Vereşiyam / her kes mir/ Sêv jehra zarokê min e/ Êdî sêvan nexwin hevalno!/ Geliyê Tiyarê/ Guhara dilê sêwî /Rûmeta me/ Êşa giran / Rûmet bi êşê tê honandin/ Fermana Yezdanan ev e!/ Asîmanên bê ewr/ Sêv barandin/Sîh û şeş sêv /Û sîh û şeş cure fêkî/ Piştî Geliyê Tiyarê / Fêkî naxwim / Sîh û şeş leheng / Sîh û şeş têlên dilê min / Sîh û şeş zarokên ji betnê dayîka min/ Sîh û şeş carî welatê xwe dihonim…/ Geliyê Tiyarê/ Êşreşa teşiya pişt xûz/ Ji te bi gazinc im /Sîh û şeş ajdayên min/ Li teşiya xwe pêça / Kêleka min qul e/ Sêvan bêhn nakim heval!/ Ji Adem û vir ve/ Xwedî sêv xapînok in /Sîh û şeş şitlên çavstêr biçînin/ Di guldankên dilê xwe de/ Û bi rondikê tolê av bidin/Sîh û şêş zarokan bi welidînin/ Dayîkên axa pîroz/ Sîh û şeş rêwî yî bi re bikin/ Bi tilîliyên keçên xame…/Beyanî mizgîniya sibê/ Têhna roja pîroz/ Hêvî jiyan e/Ax ev bêhna sêva/ Jiyan kuj e/ Sêvan nexwin li Geliyê Tiyarê Hevalnoooo…

Em wan bi minetdarî bi bîr tînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.