- Berî niha me bi navê; “Dîrok bîra bê binî ye “ du nivîs nivîsandin û me behsa vîn û biryardariya dîlên tevgera azadiya Kurdîstanê kiribû. Bi rastî jî bi vîn, biryardarî û helwest li hember neyar bê hempa ye berxwedana wan. Di dîroka mirovahiyê de kes nebûye şahid ku bi hezaran mirov sih û jê zêdetir di zîndanan de mane. Îca wahşeta faşîzma Tirk jî bêmînak e. Dîlên azadiya Kurdîstanê li hember vê li ser lingan û zîndî man e.
OSMAN KAPAN
Berî niha me bi navê; “Dîrok bîra bê binî ye “ du nivîs nivîsandin û me behsa vîn û biryardariya dîlên tevgera azadiya Kurdîstanê kiribû. Bi rastî jî bi vîn, biryardarî û helwest li hember neyar bê hempa ye berxwedana wan. Di dîroka mirovahiyê de kes nebûye şahid ku bi hezaran mirov sih û jê zêdetir di zîndanan de mane. Îca wahşeta faşîzma Tirk jî bêmînak e. Dîlên azadiya Kurdîstanê li hember vê li ser lingan û zîndî man e.
Wê rojê heval Nureddîn D. babeta hevalê sih û jê zêdetir li zîndanê mayî nirxandibû û hestên hevalan anîbû ziman. Ev pênaseyeke raste. Mirov dikare hin sedemên din jî nîşan bide. Lê hacet pê nîn e. Lewra her kesê ewqas sal li zîndanê mayî dikare ji hêla teorîk ve sedemên wê veçirîne. Emê ji hêla wijdan, hest û sincî ve çend gotinan bêjin. Lewra meriv bi temamî ji vana pêk tê. Ma kî/ê dikare bêyî van bi fikire, merivekî bêyî van kî/ê karê beje meriv e?
Riknê tevgera azadiya Kurdîstanê li zîndanê hate avêtin. Rêberê gelê Kurd got: “Min got, ezê çawa tola xwe hilînim? Min bingeha tevgerê avêt.“ Tol bû tola netewekê, tol bû doza netewî. Ew tol mezin bû, li deşt û çiyan belav bû û şax da. Îro roj bi sedan çiqlê wê hene. Ji dervî erdnîgariya me, li tevayê cîhanê belav bû. Rêber got: “Min dozê ji hêla wîjdanî û sincî ve da dest pê kirin.“ Ew jî îro bûye find pêşiya gelan ronî dike.
Ş.Mazlum, Xayrî, Kemal, Ferhat û pêşengên din xetek danîn, du xet ne pejirandin. Gotin: “Berxwedan…“ Ew gotin bû wesiyet bi guleya 15 Tebaxê wesiyet hate cih. Wan berxwedêran di bin ewqas hovîtiya faşîzmê de serî nedanîn û li pas xwe nenêrîn, tovê pêşerojê bi giyana xwe reşandin û li devera ku neyar digot; “ez lê xurtim.“ Bi vîna xwe ew mat kirin. Bi vîn, berxwedan û biryardayîna xwe mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin û gotin: “Rê ev e, wekî din rê tune ne…“
Ew hevalên ku sih salî û jê zêdetir li zîndanê mayî û niha hatine berdan xwedî mîrateyeke pirr mezin û bi nîrx bûn. Li zîndanê ev nirx parastin û bûne xwediyê berxwedaneke mezin. Neyar carina tund, carina nerm hate ser wan, armanc ew bû ku van hevalan ji nîrx, xeyal û mengî ya wan dûr bixe, bikişîne xeta xwe. Van hevalan li hember vêna deman nedan. Hîn jî bêna xwînê ji dîwarên zîndana Amedê tê. Ew berxwedêrên hêja di wê labîrenta tarî de bi bist û qalasan bi rengekî hovane hatin qetil kiririn, bi dehan berxedêr birîndar bûn. Ev ne yek car çend carî pêk hat…Li gel wê hovîtiyê ev hevalên neha derketî, bûne xeleka berxwedanê. Hema hema her heval bi dehan carî ketiye rojiya birçî bûnê, bi dehan carî rastî êrîşên hovane hatiye, bi mirinê re rû bi rû maye. Dîsa serî ne tewandin û her tiştê neyar red kirin. Ku van hevalan, dest ji xeyal û mengî yên xwe berdabane vêga ji zû ve li derve bûn.
Wê demê çawa dibe, hindik be jî ew kesên ku sih salî û jê zêdetir di zîndanê de mayî, wekî tişten ne bûyî rûdinin, an jî pelt (pasîf) dimînin? Ma qey webalê wan hevalên ku hîn xwîna wan bi dîwarên zîndanan ve ye di stû yê we de nîn e, ma wijdan vêna çawa dipejirîne? Rêzdarî û hezkirina gel ji we re tiştekî nabêje? Dema ku hûn derketin we bi sedan heval, ya herî girîng rêber li pey xwe hişt û ji bo xeyalên wan pêk bînin sond xwar, ma we gotina hevalê M. Karasu: “Hevalên sih salî dîlin ji bo me di merteba şehîdan de ne“ ji bîr kir? Mirov dikare pirsan hîn pirtir bike. Lê wekî gotina bav û kalan gotî: “Maka sed gotinê û gotinekê yek e.“
Dema ku di nav gel de tê gotin ev heval sih salî li zîndanê ma ye, çirûskek rêzdarî û hezkirinê vêdikeve. Helbet divê ev heval ji vê çirûskê re rêzdar bin. Divê ev yek neyê ji bîrkirin; tu heval ne tenê xwe, berxwedêrên pêşeng û hevalên niha li ber xwe didin jî temsîl dikin. Sekna we prestîja wan hevalan jî diyar dike, başiya werê kirin dibe ya wan jî, bi heman awayî nebaşî jî welê. Divê ev berpirsiyarî baş werê dîtin. Mafê xwediyê sê niftika, xwediyên yên digotin agir gur bikin, yên digot, li ser kêla min deyndarê gelê xwe binivîs in, yên ku gotin, hûn nikarin roja me tarî bikin, yên ku we li pey xwe hiştî û niha li ber xwe didin di stûyê we de ye…Em tika dikin yên ku çavên wan li rûniştinê ye û dest ji şoreşê berdidin bila di nava gel de nebêjin em sih salî razane. Lewra hûn ked û prestîja hevalên din jî xera dikin. Raste rêje hindike, lê mixabin tişta xerab zû belav dibe. Madem hûn ji keda xwe re ne rêzdar û lê xwedî dernakevin, hinekî bi wijdan tevbigerin û nebêjin em sih salî li zîndanê mane. Dibe ku hûn ne di ferqê de bin, lê alem li pey we bi we dikene..!