Rê û rêwî

Nûçeyên Forum

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:30

  • Her temen bi çîrokê dest pê dike, bi çîrokê bi dawî dibe. Her rêwî xwEdî çîrok e, her xwedî çîrok rê û rêçikên xwe diyar dikin. Rê pîroz in. Rêwî carina dibe layîq, carina na. Ku rêwî dikeve riya pîroz, rê dirêj dibin, lewra meriv dixwaze kêliyekê berî kêliyekê bigihe pîroziya xwe. Û bi pîrozahiya xwe şad û bextewar bibe

OSMAN KAPAN

Her rêwî xwe digihîne menzîla xwe. Menzîl li benda rêwî, rêwî bi hesreta menzîlê tije ye. Gihandin valebûna wizeyê ye. Ji wê ye rê tim li benda rêwî ye. Heya negihe menzîlê rêwî dê wize bicive, hesret mezin bibe. Gihandin aramiya hesretê, xem revîna derda ye.
Gelo bilbil çima xweş awaz e? Ji ber ku tim bi hesretta gulê dijî. Ew hesret dibe  bêrî, bêrî di dil de û dibe awaza evînî!

Ji bilbil pirsîn bê çima tim li ser gulê dxwîne. Bilbil got: Birîndar ji êşa xwe di qare, evîndar li ser evîna xwe helbestê dirêse. Ji bo hûn fam bikin divê hûn ji eîndarên (bes evîndarên rasteqîn!) ku negihiştî hev bipirsin û domand; “Ez li ser gulê pirr dixwînim, lewra ez evîndarim û negihiştime evîna xwe. Dibe ku hûn bêjin; ma tu jê têr nabe tim li ser dixwîne? Ma ku ez têr bibûma ji dîtina wê, ez ê ewqasî evîndar bûma. Ew gula ku min bi xwîna xwe sor kirî, xwe nîşanî min nade, bêhna xwe bi ser min de bernade! Ji bo ku ez negihime gulê, xwe bi stirînan parast. Ma evîndar li stirîyan disekinin. Ez jî nesekinîm. Min singa xwe da stiriyan, bi ehd bû ku ji ber evîna xwe, wê çeperê biçirînim. Çiqasî min sing dayê, stirî di nav goşt de çû xwar. Xwîn pêşî dilop dilop niqutî ser gulê, piştre herikî gul sor kir. Hingî bênahiya çav çû. Ez bi şev nabînim, rojekorî me, bi şev jî gul xwe diçilmisîne, bêhna xwe vedişêre! Ew naziya dike, ez berxwedana gihandinê. Lewra heya ez negihim dê hesret bi dome. Ji wê ye ez tim bi awaz im…!

Belê ku rêwî kete rê dive li pey xwe nenêre. Lewra ku meriv li pey xwe binêre, dê teqez tiştekî ku meriv bikişîne bibîne. Ji wê ye evîndarên axa welatê rojê, tu carî li pey xwe nanêrin û tiştekî ku wan bi paş ve bikişîne, li pey xwe nahêlin. Zanin ku rê dûr, dirêj û bi kelem e. Li gorî wê dimeşin ber bi menzîla xwe ve. Ew Mem in, li pey Zînê, Sîyabend in li serê Sîpanê li Xecê digerin, Derwêş in, xarufka qehweya tehl ji destê Edûlê vedixwin!
Rêwî ku kete rê, nayê girtin, lewra dive bimeşê, da ku karibe riya xwe bibîne. Lewra ku rêwî rê şaş kir qet nagihe menzîla xwe û wê pîrozahiya xwe winda bike…

Jiyan bi rêwîtiyê dest pê dike, temen di rêwîtiyê de diqede. Em hemû rêwî ne. Bes hinek xwedî armanc,hinek ji xwe bê hay dimeşin. Lê mixabin haya wan ji wan nîn e, ne di ferqa wê de ne. Mirov dikare ji kesên welê re bibêje ew saxên mirî ne! Lê bi ser halan de ew di çavê xwe de fêris û pêlewan in! Ji xwe bê hayîtî cehaleta herî mezin e. Cahil ne tenê xwe derûdora xwe jî dişewitîne. Ji wê ye Hz. Alî dibêje: “Ez wekî ji cahilan ditirsim, ji xweda natisim. Xweda efû dike, cahil malwêran dike…“
Belê her rêwiyê ku menzîla xwe şaş bike dê tune bibe. Mala Berzanî mînaka vê ne. Lewra rê û rêçik şaş kirin. Tim çoyê destê xelkê bûn, lê bi dizî. Her tim bi kulekî dimeşin, ji bo xwe dimeşîn, lê kincên netewî li xwe dikirin, ji ber vê yekê jî gel qîmet dida wan. Ligel her şaşî û kulekiya wan gelê me cih dida wan. Lê mixabin bi temamî kincên Kurdîtiyê ji xwe kirine û bi eşkereyî li cem (êdî hacet bi veşartinê nabînin) dijminên Kurdan cih digirin. Ma ew tenê, didine pêşiya dijmin û dimeşin ser çeperên şervanên azadiya Kurdîstanê. Êdî hatin dawîya rê. Lewra her kesî dît ku ew tazî ne! Her tişt li ber çava ne û hemû Kurd zanîn ji bo Kurdan du rê nîn in, rê yêk e…

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.